CÎHAN ROJ
Dîmen: Vikipedi
Li metropolekî mamosteyekî esilkurd li taxekê, ku bi piranî kurd lê dijîn, qursa zimanê tirkî dide jinên kurd ên navsere. Mamoste ji bo dengê “e” bi wan bide fêrkirin qaşo dixwaze ji karwaniya jiyanê mînak bide. Ji jinan re dibêje, “Wexta hûn zarokên xwe dihejînin hûn çi dibêjin?”
Mamosteyê me kêliyekê ji bîr dike ku ew kurd in. Her wiha bixwe jî bîr nabe bê kurd çi dibêjin. Li bendê ye da jin bêjin, “E!E!E!”.
Ji jinan jê yek bersiv dide:
- Xoce, em dibêjin A!A!A!Ê!Ê!Ê!
*Diyarname,20.07.2009

Yorumlar
Yorum Gönder