SILÛETÊ ZIMANÊ DI DEV DE REŞBÛYÎ*

 

CÎHAN ROJ

Mercên jiyana Serhedê (ku ji ber rewşa kişwerê jê re digotin Welatê Nemrûd)tevî dewlemendîya dengbêjî û çîrçîrokan,hêza xeyalê xwe li me da der. Li Serhedê,bihar bi hezaran kulîlk û reng, bûn sedem ku em rengan hîs bikin û bi bêhnên cuda kêfxweş bibin.

Heskîf û Mêrdîn jî bû sedem ez estetîkê, estetîka avadaniyê, neqişandinê hîs bikim.

*

Biwêjeke bi vî awayî di zimanekî din de heye an na: “Ziman di devê min de reş bû.” Heger ku zimanekî we-yê   di dev de reşbûyî- hebe, helbet ji huner û edebîyatê baştir tu derman nîn e.

*

Di destpêkê de, di edebîyata Kurmancî de, ne ji alî teorîyê ve lê ji alî ziman ve halê me halê zarokan e; edebîyata ku me jî dikir dişibiya pêlîstokên zarokatiyê! Kêfa me li cî bû, xeyalên me xweş bûn; bi demê re ; em ê bibûna ciwan û dû re bikemiliyana!

Nivîskarên Kurd berîya çîrok û rastiya xwe, neçar in behsa hal û domdariya Kurmancî bikin. Zimanek dikare çiqas êşan hilbigire? Pirs bi vî awayî be çêtir e; gelo zimanekî ku bes êş hilgirtibe, ê çiqas karibe derfet bide  we da ku hûn edebîyatê bikin? Rengê Kurmancî li rihê me bû. Tîna Kurmancî di dilê me de bû. Em birîndar bûn, Kurmancî birîndar bû!

Ji tiştên ku min dixwest arasteyî nivîsê bikim a herî muhîm ev bû: Min di xeyalên xwe de jiyan diafirandin,-ji ber ku ji jiyana heyî ne razî bûm/me- lêkirina  jiyana di wan xeyalan de, ji bo ew jiyan bibana xwedî cihekî edebî jî, pêşî deşî frekirina her tiştî lazim bû; deşîfrekirina takekes, aêşan, a toreyê, a derewan, a zimên...

*

Edebîyat, ne ew tişt e ku bi tevahî, bi pîlan an jî daxwazên nivîskêr xwe bide der; rewşa dil û mejiyê nivîskêr, jiyan, hezkirin, êş, dil, xewn û xeyalên nivîskêrî a muhîm jî melzemeyên di dest nivîskêr de rewşê hinekî dîyar dikin. Ger zimanê helbestê hest be, bes bi me kurdan re heye. Ger kurteçîrok hinek kêlî  û bûyerên bi seyr be, ew jî bes di jiyana kurdan de hene.

Helbest, heya wextekê jî, bo her kesî derîyê pêş bû. Wexetkê min helbest lêdkirin lê niha heger helbest were û xwe bi min bide nivîsîn  lê dikim. Însan heger helbestê bişibîne karekterekê wê Kleopatra were hişê min.

*

Ji problemên çroka Kurmancî jê yek ‘rastiya melzemeyan’e ku ew melzeme di heman demê de tiştên giran û îdealan vedihewînin; ev jî dibe sedem ku çîroknûs  nivîsê û çîrokê îdealîze bike; çiqas xwe ji nîyeteke baş bide der jî dawî fetisîn e!

Em kurd giş bi serbilindî behs dikin bê me çiqas guhdariy çîrokên gelêrî kirîye. Lê pirî caran, nivîskar nafikirin, bê gelo dezavantajên wê rewşê li ser  nivîskariya me hene an na; mîsal; ji alî derbirîn û şêweyê ve , çîroka modern  û ew çîrçîrok li hev nakin!

Hêvî, yek ji bingeha jiyîn û hebûna edebîyatê ye. Helbet hêviya min a ji bo edebîyata Kurmancî/Kurdî hêvîyeke xurt û xweşbîn e; me hê derîyê pêş li xwe vekir, bi dehana-sedan derî  hene li pêş me.

Di ebîyatê de em ji nêzikahiyên cimetî  hêdî  hêdî rizgar dibin û nêzikahiyên takekesî  reng didin berheman. Heya niha hevok û derbirînên bi gelemperî bûn. Ne zelal bûn. Her kesî hewl dida ku  dilê civakê neşkê! Bi deşîfrekirina takekes re , ji her hêlê ve reng û deng  li e zêde dibin. Edebîyat ji alî estetîk û tehmê ve li dû dilxweşkirinê ye, lê ji aliyê xwe yê rexneyî ve  gere bi bertekî  be,karê dilşikestinê be!

*

 

Heger ku êş, bi awayekî bûbe parçeyekî ji jiyana we û hûn ji êşê hez bikin, bêyî êşê nikaribin bijîn, helbet  wê e hal karibe însên bike “helbestvan”! Li êşê, têne radeyeke wisa ku bêhay, êdî êşê dikin rastiyeke pîroz! Di jiyana mirovahiyê de, êş jî yek ji awayê ragihandinê ye; gelek mirov hene  ku dixwazin bi saya êşkişandinê bi Xweda re bibin yek!

Beriya êşê, hîs û hîskirin muhîm e. Bi tevî êşê, gelek rastiyên din jî ji bo hîskirinê muhîm in. Bi tena serê xwe êş, rê li helbestvaniyê venake.

Ma meseleya tesîrê; tesîrek mezin li însên dike. Mirovekî birîndar, gelo çiqas kare rengê gulê bibîne, an jî gulan bêhn bike! Ev jî hêlek din e ku divê neyê ji bîrkirin.

*

Tenêtî honandina jiyaneke din e. Îtirazek e. Derfet e. Şerê bixwe re ye. Di wan deman de, pirsan ji xwe dikim. Pirsên ne fermî. Li gorî dilê xwe dijîm. Hnekî jî mîstîk! Di wê kêliyê de , fermîyet jiyana modern nîn e, bi tevî aqil, guh didim hestên xwe; hewl didim ku xe kesekî herî  nefspiçûk , bêkêr, jirêzê, bi qasî çivîkekê bêhay bibînim û hîs bikim! Meseleya mêş huguvê bi bîr bixim ku hinek ji wan wexta  de wexta mêşhungiv têne dotin di nav hunguv de difetisin; tenêtî hinek jî tiştek wisa ye!

*

Roman ‘cîhekî din’e. Ji bo jiyanê, ji bo hezkirin, rengan,baskan, bo însanan, xeyalan û eşqê. Di romanê de mirov dikare serkêşî bike, bi zagonan bilîze, heta bi romanê jî bilîze; hilweşîne, daweşîne. Çiqas cihekî cidî bête dîtin jî, dişibe halê oda zarokekî ku di wê odeyê de mezin jî hene lê mezin neçar in ku  bi mezinahiya xwe re halê piçûkbûna xwe jî bi bîr bînin, bijîn.

Afirandina tiştekî, bi awayekî din rêdana rengekî. Bihîstina dengekî cuda. Derbirîneke carna sert, carna nerm û sist. Derîyekî wisa nizm e ku bi awayekî dibe sedem hûn xwe ji barê xwe bikin.

Peyva “ast”, di edebîyatê de hinekî “guherbar” e. Bi min, bi qasî kamilbûna nivîskêr kamilbûna xwendevan jî muhm e. Ne nivîskar, ên ku rewşê dîyar dikin xwendevan in. Wekî xwendevanekî, ger gotina min hebe, ezê karibim bi riehtî bêjim ku romanên me hene, ku em karibin di şevên  ker û lal de bi dilxweşî bixwînin. Dîsa wekî xwendevan, hêvî dikim  ku însan  xwe ji tespîtên  sayakî, xwe ji qaliban bikin, ne bi navê xwe, bi navê edebîyatê, bo edebîyatê gotina xwe bêjin, ji derbirînên “filankesî” bêtir, derbirînên “fişan berhem”, bi filan hêla xwe... muhîm in.

Başî û xirabî  her pev re dijîn. Di edbeîyatê de jî wisa ye. Di nav berhemekê de jî ev rastî hene.

*

Li hêlekê hin kes xwe li mexdûrîyeta vî zimanî, vî gelî  û vê edebîyatê digirin, hewl didin bêjin, binihêrin em di çi halîde ne, ka bi rehm li me binihêrin!Li alî din jî, hin kes mexdûrîyetê  bo îdealîzekiirnê dikin bingeh. Li cem hinn ‘xatirê’ çavên oryantalîst heye, li cem yên din jî xatirê civakê,yê tore û edetan,xatirê çanda devkî û  xwendevanan heye.

Yên ku xwe ji xatiran dikin, her ku xwêdan biserbikeve jî  nakin nalîn, helbet yên wisa jî hene, lê bê ka bûne deng an nebûne deng; ku deng in çima ew deng heya keviyên sînoran têne bihîstin, li sînoran pêrgî zinaran tên, olan didin! Ev mijara nivîseke din e!

*

Mixabin pirs neyên kirin; heta gelek kes , bi awayek psîkolojk di bin  nihêrînên oryantalîst de difetisin.

Bandora sîlûetên nihêrînên oryantalîst, di edebîyata me de rastiyeke wisa ye ku  mijara lêkolînên berfireh e. Hukmê vê rastiyê heye; di hin pexşan û romanan de referans têne dîtin.

Heger ku edebîyata me ji ‘nalînan’ bêhtir  nebe “deng”, sîlûet  xwe ji dîmenên nû nedin der, guhê me wê her li deng û hewesa oryantalîzmê be!

 

*Ev nivîs di Kovara Hinar de hate weşandin. Hej.12. Adar-Avrêl,2012


Nîşe:1. "Di orînaliya dîmenê de ziman ne reş e. Biwêjeke Kurdî heye: "Ziman di dev de reş bûye." JI bo wê biwêjê û zimanê ne azad yê ku qedexe, bi hişê çêkirî rengê zimên di dîmenê de hate reşkirin."

2. Orîjînaliya fotografê Albert Eînsteîn ev e:


 Bi hişê çêkirî ew kolaj hate amadekirin.

Yorumlar