CÎHAN ROJ
Gelo pirbûna peyvan di zimanekî de, tenê alî hejmarê ve zêdehiya peyvan e yan bingeha azadiya îfadeyê
û kûrahiya fikrî, derfetên alternatîf , rê û çareyan e? Wexta sîyaseta ziman
pêwendîyên navbera zimanasî, wêje û têkiliyên dîrokî,civakî îhmal bike, li
mîrateya qedîm a Kurdî û rola peyvan ya di afirînerîyê de... di analîz û
şîroveyan de bi bîr nexe gelo wê bibe sebebê çi kêmanîyan?
Pirbûna peyvan ji bo nivîskariya cîhanê û dîroka Kurdî çi îfade dike?
Nîqaşeke bi bîrxistin a li ser sînorên
pisporiyê, siyaseta ziman û azadiya nêrînên wêjekariyê... bûn sebebê vê nivîsê.
Dîtin û şîroveyên şayîr û romanûsekî yên li meselê, wekî hewleke bîrxistina hin
hûrguliyan li ber destê we ye. Kerem kin...
Sermiyanê Kurdî
û kulturên ku Kurdî tê de jîya ye, di vê dewra modern de ji bo demokrasî,
fikriyat û gelek warên jiyanê daneyên hûr û muhîm hene ku sermiyanekî pir baş e. Ji aliyê
dîrokî û kulturî ve têkiliyên Kurdî bûne sedem ku Kurdî di heman demê de bibe
mîrateyeke balkêş û alî zêdebûna peyvan ve bi zengînbûna xwe bibe mijar.
Hêja Zana Farqînî,
di Twitterê de ev gotin lê kirine:
"Bi ya
min, zengîniya zimanekî ne bi zêdebûna peyvên wî ye, ne jî tê de kêm hebûna
peyvên biyanî ye. Ji bo min pîvera dewlemendiya zimanekî; bikaranîna wî ya di
her warî de ye, pê hilberandina her cure berhemî ye û hebûna perwerdeya bi wî
zimanî ye. Ziman bêyî perwerde nabe..." (02.01.2025)
Mesela
zêdebûn/zengînîya peyvan, tevî warê zimannasiyê, rasterast eleqeya xwe bi
wêjeyê re heye ku pirbûna peyvan di heman demê de zengînbûna îfadeyê ye jî.
Zêdebûna
peyvan yek ji rewşên herî sereke yên zengînbûna zimanekî ye ku bi reh û rîşalên
xwe dibe zemîn û rê; şertên din jî rasterast bandorê li zengînbûnê dikin. Peyv
taybetiyên erdnîgariya zimên in; wekî av û hewayê, axa bikêr in jî di heman
demê de...
Gelo ne ji
pirbûna peyvan bûya (ew peyv çima ew qas zêde ne jî gerek li ber çav werin
girtin û werin dîtin), li bakur, tevî perwerdehî nîn e jî, di wextekî kurt de,
di her warî de çi taybetî bûn sedem ku bi hezaran peyv û têgeh werin afirandin?
Em ji ceribên Tirkî haydar in bê afirandina têgehan di wî zimanî de çi qas hatîye
pesinandin û çi qîmet lê hatîye girtin û her afirînerîya têgehan ketîye qeyd û
nivîsevanîyê... û di wêjeya cîhanê de yek ji krîterên nirxandina romanên meşhûr
û bûne kanon jî bikar anîna zêdebûna peyvan e! Peyv melzeme û kelûpelên wêjeyê
ne. Ger bala me lê be, di Kurdî de taqeta hin gotarên di warên cuda de bi
awayek bi seyr bala me dikşînin ku ew alî fikrî ve balkêş in lê alî taqeta
gotarê ve lawaz in;îfade stewr û bêhêz dimînin... yek ji sebebê vê problemê
tengbûna bergaha peyvan a wan qeleman e..
Rastiya
pirbûna peyvan bêhtir afirînerî û îfadeyê tîne hiş. Lewre pêdivî pê dibînim
nêrînên xwe bêjim ku ew "dîtin"ên derheq pribûna peyvan de, li gorî
min, hêjayî gengêşiyên berfireh ên nivîskî ne. Heke wisa be, li ser wî mantiqî
meriv bêje pirbûna biwêj û gotinên pêşiyan jî zenginiyê îfade nake! Lê her yek
jê wekî dîyardeyekê sedem û rastiyeke zengînbûnê ye...
Nebikaranîna
Kurdî ya di her warî de, ji Kurdî û taybetiyên Kurdî diqewime yan ji bêderfetî
û astengiyên li pêş kurdî diqewime?Esasê wan nêzikahiyan gerek ev pirs û pirsên
wekî vê pirsê bin!
Ji niyeta
Zana Farqînî fêm dikim; hewl û keda wî û a her zimanasî ew e ku Kurdî xwe
bigihîne her qadê, her warî, lê pirbûna peyvan rastiyeke din e. Beriya wextekî
Abdullah Keskin jî gotinên nêzî wan gotinan kiribûn ku pirbûna peyvan ne muhîm
e, bikaranîna wan muhîm e. Niyet tê fêmkirin, lê ji ber ku kesên wisa populer û
li ber çavên xwendevanan wekî sembol in, îhtimal e gelek kes bibin xwedî hin
şaşî û pêşdaraziyan heta bêhêvîtiyê ku ew jî ger nîyet li ber çav were girtin
dibe îronî!
Ji
zengînbûnê qesta me kîjan hêl û alî ye gerek were destnîşankirin. Mîsal, beriya
salan, deh romanên ku meriv zêde didin fikirandin di nivîskariya cîhanê de
hatin pêşkêşkirin.
Lêkoler û
pispor dibêjin, pirbûna peyvan derfeta zengînbûna fikrî ye. Helbet ew peyv
çiqas ji qadên cuda bin wê ew qas baş be. A din jî pirbûna peyvan derfet e ji
bo zengînbûna şêwaz, rengînî û xweserîyên îfadeyan. Hêjayî ye ku zengînbûnek
wisa her bête bibîrxistin; helbet ew bi tena serê xwe ne bes e ku belkî alî
metodolojiyê ve jî em di nav xeletiyekê de ne ku bi tevî ku ziman bi hemî hêl,
hêman û beşên xwe dîmenek e lê wexta mirov dîardeyekê, taybetiyeke ziman bi
tena serê xwe û bi awayek xweser analîz bike, binirxîne û dûrî wê tevahiyê
bimîne kêmanî çêdibe...
Pisporî û
war muhîm in helbet û em ê têra xwe rêzê jî lê bigirin, lê di vê dewrê de,
gerek hin taybetiyên qad, “pisporî” û “populerbûn”ê li pêşberî me nebin bend û
sedem ku em sînorê dîtin, fikir û îfadeyên xwe teng bikin û li dîtin û gotinên
kêm an jî teng nekevin şikê û bê îtiraz bimînin û bêdeng bin.
Ger eleqa
mijarê bi wêjeyê re hebe, mijar peyv bin, mehne û derfetên peyvan bin, berîya
her kesî yê ku biaxivin wê sêwîner û afîrînerên qada wêjeyê bin. Li ser
sîyaseta ziman dibe ku muhîmbûna arîşeyan cî biguhere û lezgînî bibe mijar lê
edebîyat kûr û dûr li meselê miqate ye...
Bi kurtî, ne
ji zengînbûna peyvan a di Kurdî de bûya bi tevî hemî zevt û zor, qedexe û
hewlên asîmîlasyon jî wê ziman, kultur û edebîyata Kurdî ew qas zindî nemaba.
Îro ro ziman û edebîyata kurd e, ew peyv in ku derfetê pêşkêşî me dikin da em
karibin alî dîrokî ve jî xwe bigihînin gelek agahî, zanyarîyên dîrokî...
Ger mesele
sîyaset û sîyaseta ziman be jî mînakeke herî zindî li meydanê ye, di karwanîyê
de tê jîyîn ku alî fermî ve bi israr pêşî li Kurdî tê girtin; rewşa li Sûrî
rewşa herî balkêş e!
Hewl didim
ji durişme û qaliban dûr bisekinim lê ger aqil esa be divê em li gorî aqil
tevbigerin; ger folkloreke we ya zengîn hebe, peyvên zimanê we zengîn bin, zimanekî
ku bi çendî zaravayan, li erdnîgariyên balkêş û qedîm, bi bawerî û şaristaniyên
cuda re jîya be (mixabin, bi gelemperî sîyaseta kurd ji wan hêl û taybetiyan ve
xwe li ker û lalbûnê dayne jî) bo pergal û dewletan bo şikilbûna sîyaseta wan,
ew rewş pir tişt îfade dike çimkî ew bi cerib in bê di jiyana dewlet, medenîyet
û civakan de ziman xwedî çi rolê ye!
Ger em alî
însanî û mîrateyên kulturî yên dunyayê jî li meselê binihêrin Kurdî bi hemî zarava
û devokên xwe yek ji mîrateyeke qedîm û balkêş yê vê erdnîgarîyê ye. Na,
nacoşim, teng jî li meselê nanihêrim ku her tiştî bikim malê Kurdî an jî meselê
ajîte bikim, tenê vê rastiyê bi bîr dixim; Kurdî yek ji zimanên Aryaniyan e. A
din jî têkiliyên çandî û hildana peyvan di navbera van şaristaniyan de û
zimanên qedîm ên dewrên kevn xurt bûne. Kerem kin li ferheng û peyvên zimanên
wekî Somerî, Akadî, Hîtîtî... binihêrin û vegerin li Kurdîya roja îro ya di
karwanîyê de ye binihêrin; hûn ê bibînin gelek şop û nîşaneyên wan peyvan di
Kurdî de dijîn...
Mesele
ziman, wêje û kultur bin nabe ku li gorî konjoktur an jî jiyana rojane bi tenê
meriv li mijaran hay be... zengûnbûna peyvan, (ger em ziman wekî bexçe bibînin)rengînbûn,
zindîbûn û biberbûna beçê ziman e...
*Ev nivîs wekî kurteşîroveyek di sala
2025an de di medya civakî de hatibû weşandin. Nivîs bi gelek hêl û hûrgiliyan
hate revîzekirin.
.jpg)
Yorumlar
Yorum Gönder