KÛÇIKÊN NAVGUNDÎ

 CÎHAN ROJ

Fot: Habername


Belkî, ez ê rojekê çîroka KÛÇIKÊN NAVGUNDÎ lê kim!

 Di sala 2001 î de min di rojnama "Rojev" de, wekî qunciknivîskar, di nivîseke xwe de ev hevok lê kir:

“Merû bê welat jî dikare bijî, mîna kuçikên navgundî.” "Kûçikên navgundî" biwêj-qalibgotineke li gundê me dihat/tê bikar anîn.

Pey re Ferid Xan (gundîyê min e) helbesteke watedar û kûr nivîsî bi navê “ÇÎROKA KÛÇIKÊN BIRÇΔ di wê helbestê de, Ferîd bi jîrahî, biwêj, qalibgotinên din yên li gund têne bikar anîn di helbestê de kirin hîmên îfadeyên xurt û estetîk. 

Ev in ew biwêj û qalibgotinên li gundê me têne bikar anîn:

“lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî

pehîna xwe li te bide

biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide

……………

hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî

ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî.”

Ger meriv tevahiya helbestê bixwîne wê were dîtin, gava mijar xurt û  qelem jêhatî bin, hin biwêj û qalibgotin bi hostatî werin bikar anîn, ziman dikare bigihije asteke helbestî ya xweşik.

Nîşe: Berîya salan, di lêkolînekê de, lê hay bûm ku  Cîgerxîn ddi şîyîrên xwe de bi sedan biwêj û gotinên folklorîk bikar anîne. Ne şaş bim di pirtûka Şefeqa Lenîn de 101 biwêj/gotin, qalibgotin hatibûn bikar anîn.

Yorumlar