CÎHAN ROJ
1
Mirî vedişartin
û hemî hêstran
bi kenên tîr
re diherikandin; ew, bi wî halî,
erd û asîman digihînin hev… diherikî
ewr, bi pêlên
teyîsîre , di dev moriyan
de seriyê şîrameyan, li
ber xwe didan
gotinên bi birînên
servekirî; tu car naxwazin temenê nifirên qîrîn, temenê çîrokên agirîn
bimîne ji kesî re… hawarên wan ji şîrê pêşîn spîtir e, hêviyek zarokti ye; bang
didin bi sê awayan:
‘’ Ma
lingê te hinekirîne... qey tu
li “qatên çîrokan” mêvan
î... ezê hêviyan li
baskên teyran bar bikim
û di tariya
ristan de, ji
talana karwanên bê
cebilxane, rê li
xwe averê bikim...’’
Mirî vedişartin
û li dû
dikeniyan... niha ez her
roj dikenim piştî
ku hin ristan
vedişêrim.... ba çawa di
berêvarên pûşperê de, li
genimê seridî dibe pêl, li
ruyê şimayî, ken
bi wî awayî
dibe pêl…
Dikenin… bi
kenê şîrîn, sar, xav, kûr û dûr re... birînên
wan diherikin...bi herikandinê re dinalin, nalîn dibe vexwendin:
’’Destê te
hinekirîne ma... şidyayî ye li
tiliya te gustîl... ya bi
ser dil de hatiye... diçe ava bê
berêvar’’
Danayne felek
hê jî şalpeya
fedîkariyê ji rû
xwe de ....... hin
jê goştê miriyan
dicûn... ya ku li zinaran
rê dide xwe , bûye
taveke şîrîn li
hestiyê me...
Destê wan di nav dilê wan
de ye... jan li kezeba çîrokan dide... lê ken, her û her li ba wan peyda
dibe... qey jiyan ewqas bi wan şîrîn e...
Di paşila wan de ye xewnên
wan... dikenin... dikenin piştî bêhna tevnên rizî bi ser wan dikeve... dikenin û
yek bi yek qorên peyvan bi asîmanek şîn yê tarî ve dikin... dikenin û hêstiran
nabînin; kana hêstran de agir bi cî bûye...
Ez bi qurbana lingên te
me, tu can û ruhê min î, ronya çavên min, delala li ber dilê min, tu qama min î, axx
emra dunyayê di dest mi de bûya, bênamûs e ev jiyan, çiqas şîrîn û xweş e ewqas
jî bênamûs e, dibêjin... dibêjin û bi rengê tevna xwe şad dibin... çavekî wan
dunya ye, yê dî hiştine ji bo kilamekê... kilam û kelam... kevir ji dest xwe de
datanîne... bi gotinên meyandî bang li asoyê dihelînin...
Dêwên heftserî vedişartin
û li xeyalan çavên serî germ dikirin... niha dêw bi qasî xalên tariyê
hene... vedişêrên dêwan... vedişêrên bi helbestên ji kerengperekê siviktir...
Meşyanek e...kulmek ax ji
pêşa dara sedsale,
di dest wan de ye... dimeşin ber bi
gulek nîvlaşve... wisa, bi yarî û êşên meyandî re, bi sivikî, bi kubariya xalxalokek li ser destê bi
birîn bimeşe... gelek jê
fedîkarin ji bereketa fêdekariyê... dimeşin... peyv diherikin ber bi gula
nîvlaş ve... dimeşin û çîrokên boxçekirî li ber dilê jinan vedibin... dilê min dîsa
pelê kelemê yê xaşiyayî, li sebr û xofê tê pêçan...
2
Êvar bûye
bablîsokeke sikakên ji çavan ve
birîndar... ji çivîka ku
hêlîn dabe çemên
biharê gêjtir... dû re, dişibe
zarokek ku kûçik nanî
sêlê ji dest wergirtibe... tu, ji
rika yezdanan de
dadipalî... îşev
şeva çîrokên baskşkestî
ye... bistiyek derbiharan im ez... Ji ber birînên
esl û fesla wê hatî kirî, parçe
bi parçe yê
ku bi ser
çemê şîlo ketî... di şiveriyên janê
de govendeke bê serî... niha
dilê min mirîşkeke ku qertel
li ser têjikên
wê bifure... dayikeke li
ber serê meytê
dergûşa xwe çawa bê
gotin serî dihejîne, bi wî awayî, serî dihejînim li şevê; şev li
min bûye robarek biharan ,şîlo diherike... şev
birîndar e, şev
li min sar
e... dikenim... dikenim û bêriya gotineke bê hesêb dikim... bila temenê
bêriyên min nemîne ji kesî re...
Yorumlar
Yorum Gönder