KATARSÎSA BAHRÊ Û XWESAFÎKÎRINA MIROVAN


 CÎHAN ROJ


Wexta "katarsîsa bahrê" ye, gend û gemariyên ku mirovan avêtiye nav bahrê, îro bahr bi  pêl û pergala xwe a xwezayî hewl dide xwe ji wan gend û gemariyan safî bike.

Dûrî şar û bajaran, hemî gend û gemariyan dûrî keviya xwe dibe û li wir dihêle, wekî neynikeke tewrên miravahiyê dike îbret.

Lê li nav bajar û bajarokan, mirovan bi bêtonê bend û astengî çêkirine ku bahr nikare wan gend û gemariyan biavêje keviyê xwe, bi pêlan tîne û li wan bendên betonî dixe û dihêle!

Bajar û bajarîbûn wek nîşana modernîte û modernîzebûnê têne dîtin. Mirovên bêxem li hemberî xwezayê bêpersiyar tevdigerin û hin bajar û bajarok jî bi bendên bêtonî nahêlin bahr xwe safî bike.

Ew bûyera xwezayî "katarsîsa bahrê" /xwesafîkirin bo min her balkêş e; wekî dersekê ye. Min di berhem û nivîsên xwe de her bikaranî.


Îro bi wê minasebetê vê pirsê ji xwe dikim:

Çi bi hay çi jî bêhay, ez çiqas bêkêrî,gend û gemariyan diavêjim ruhê xwe? Û ji bo katarsîsê meriv dikare çi bike?

Çi wext û zeman  wexta katarsîs û 'katarsîsa hiş û dil' e?

Baş e, ji derî me, çi û kî dikare dîwar û bendan li dil, ruh û hişê me ava bike ku em nikaribin xwe safî bikin? 

Yorumlar