JI BRÎSTANÊ; HÛRGULIYÊN CILEKÊ Û HÊZA HÛRGULIYAN YA DI ROMANÊ DE

 CÎHAN ROJ

Ev cila gelêrî di salên 1973/74an de, ji alî diya min ve hatibû çêkirin. Di Kovara Nûbihar di  hejmara 174an de, li berga paş cî girt. 
Ev cûre cil, alî ked û mesrefê ve bi kulfet bûn. Bi gelemperî di oda mêvanan de dihat raxistin. 

Paçik, exlebe , ji bo temîrkirina "cil", kinc û bergan, wekî pîne dihat bikaranîn. Di vê berhema destan de bi neqişandina paçikên rengîn re bûye xwedî taybetî û yek ji sembolên bîra hunera destan a cuda; nexş û rengên tebeqeyekî dîtir a sêwirînê tê de tê dîtin.
Sêwirîn, hest, hewes û hêza estetîkê bi me dide fikirandin. Ev yek jî cilê  dike berhemeke hunera destan a xwedî hêza estetîkê.
Ber û berhemên wisa, di heman demê de, rê didin pirsan;
“Edebiyata modern a Kurdî  ji hunera destan û jiyana gundewar sûd werdigire an na?”
“Gelo sembolên kesane dibin parçeyên nasnameya kolektîf a hunerî?”
 “Têkiliya jinên kurd û hilberîna çandî û edebî, li ser berhemdarîyên wisa, dikare bi perspektîf û hişmendîyên pirhêl rêyan bide pêş xwe?"...
Pirs, gengêşî, şîrove û analîz bila aniha bimînin li dera hanê; ger em li mijarê vegerên hêz û taybetiya hûrguliyan bi vê cilê re dîsa tê bîra me; paçik mîna “tebeqeyên zêde” ne, her yek jê xwedî reng û şiklekî ye û di heman demê de   bi hev re bûne parçe an jî  beşekî yekgirtî. 
Di romana modern de jî, hûrgulî û hûrgiliyên piçûk, bîrên parçebûyî, dengên cuda û tebeqeyên zimanî bi heman kar û fonksîyonê ne ku wekî wan  “paçik”an in; naverokê dinexşînin û kûrtir dikin.




Yorumlar