CÎHAN ROJ
Di zarokaniyê de, di nav êş û zemanên zor de ji bo min yek ji wan îfadeyên herî xweş û dilê min pê sivik dibû îfadeya "Tu û kêfa xwe ne." bû.
Di nivîs, pexşanên xwe de min gelek cî da wê îfadeyê.
Di zimanên din de îfadeya, 'Ji bo xwe zeman terxan bike." jî yek ji wan îfadeyan e ku heman kêfxweşîyê dide meriv. Ez ji bo wê îfadeyê, "EZ Û KÊFA XWE" li cî dibînim û xwe bi xwe, dibêjim, dor, dora min û kêfa min e.
Du sê roj in, ez û kêfa xwe ne; li kovarên kevn im, bi pirtûkên kevn re mijûl im. Min wexta li kovarekê dinihêrî li ciyê vala yê rûpelek wê kovarê min ev nivîsî ye:
"Weke dergûşek/di hembêza dêya xwe de/bi tayê ketî"
Bi îhtimaleke mezin dibe ku li pey nivîsîna li wê kovarê min ew riste di şîyîrên xwe de bikar anîbe lê wekî dîmen, wexta min li kovarê dît kêfa min jê re hatç
Wexta 'ez û kêfa xwe' ne surprîz û hûrguliyên wisa bo min dibin kêlî û bîranînên bi kêf û bi xweşî.
8.09.2026

Yorumlar
Yorum Gönder