DERBARÊ EREB ŞEMO DE-pirên şkestî û îzolasyona gewr*

CÎHAN ROJ
Fot: tehsîn Beravî


‘’Guhdarên ezîz ,Yerîvan xeber dide…Lê lê daykê…’’Xwendevanên ezîz,çendî car e destpê dikim nivîsê lê bikim lê ew cîhana zarokatî,cîhana welatên dûr,dengên dûr,xemên kûr li ser dilê min dibe lehiya biharê;zivistana ker û lal bû,asîman çiksayî,berfa sipî nedihişt tarî bi ser çiyayan de dakeve.Nexweşiya sorikê rojê çend zarok dikuşt.Her kes guhdarê radyoyê bû.Piştî kilam guhdarî dikirin ji devê mezinên me ev gotin derdiçûn:’’Lanet bê li dunyayê,me çi xêr ji xwe dît…’’Ew deng ji ku de dihat,ew însan li ku bûn,welatê wan jî gelo bi qasî welatên di çîrokan de ji me dûr bû…Pirs bi ser pirsê de dihat.

Ez wexta vê nivîsê lê dikim çi qas bextewar im ew qas jî dixwazim fesîh bifikirim.Bextewar im lewre ev e ez ji nivîsên wan kesan wan,dengê wan,xemên wan,hêviyên wan,êş û kulên wan hîn dibim;derbarê wan de nivîs lêdikim…Ku diltenikî reng bide nivîsek wanî dibe ku ne li cî be lê ev rastiyek e ,lewre min xwest beriya her tiştî a di dil de,halê aniha tê de me bi we re par ve bikim.

Wexta lijneya kovarê wek babet ,’’Bandora Ereb Şemo a li ser nifşên nû’’bi rê kir tu tiştî di hişê min de xwe neda der;ji nifşên nû mebest çi bû, gelo mebest jê wêjeya bakûr bû..?Mebest çi be jî emê nifşê nû ê bakûr li ber çav bigirin.

Gelo çi bandora Erebê Şemo li ser nifşên nû heye?Wê ev nivîs rasterast nebe bersiva vê pirsê;dê ev pirs bibe sedem da em bi gelemperî bandora toreyê,bandora keda rabirdûyê a li ser nifşê nû bifikirin.Ji bo em pêvajoya bandorê an jî nebûna bandorê fam bikin me divê em hinekî dêhn û bala xwe bidin awayê pêkhatina wêjeya nivîskî a kurmancî.

Wek tê zanîn sê awayên herîkîna wêjeya kurmancî hene.Ger em her sê awayan nebînin emê nikaribin wêjeya kurmancî û meseleya bandorê baş têbigihijin;ger ev her sê rastî bête gengêşîn ji derî babeta me wê sedemên hin pirsgirêkan jî xwe bide der.

1.Herikîna normal;bi awayek ji awayên normal (şertên derveyî ne tê de) bi hemd herikî ye;her ku carna pir şikestîbin jî em meşyanekê dibînin.Ehmedê Xanî xwe li keda beriya xwe girtiye,bi nirxandina toreyê riyek herî berfireh û nû li riyên beriya xwe zêde kiriye.Bi dû re kesên dî,Hawar ,Cîgerxwîn…

2.Awa û pêvajoya pêkhatina wêjeya kurmancî a li Qafqasyayê ye ku em dikarin bibêjin di bin îzolasyoneke reş de mûmên xwe pêxistine.Bi jiyana bi xwe re birine,bi ziman,çanda bi xwe re birine ,bi cîhana bi xwe re birine di zikê welatan de welatên piçûçik afirandine.Wan xwe afirandiye.Ji ber mercên kambax ew nikaribûne li ser riya beriya xwe bimeşin.Ew derfet di dest wan de tunebûye wêjeya xwe a rabirduyê a nivîskî bikin bingeh:*

‘’Haya kurdên Ermenîstanê bi giştî û ya ronakbîrên wan ,ku nû rabûn,gihîştin ji wê edebîyata kurdî qet nîbû,ya ku sedsalên navîn û nû li Kurdistanê çê bûbû.Belkî wana navê yên weke Ahmedê Xanî û Meleyê Cizîrî jî nebihîstibûn,îdî li kîderê ma zanîna ser naveroka berhemên wan.

Ji ber vê yekê jî edebîyeta kurdî li Ermenîstanê weke ya millî li cîkî vala,xik û xalîbingeh girt.Ew bi vê fikirê edebîyeteke bi temamî ,xwerû ya nû bû.’’1

3.Ji bo pêkhatina pêvajoya wêjeya kurmancî a li Ewropa û li welêt em dikarin basa îzolasyona gewr bikin.Her ku gelek cûdahiyên dî hebin jî di navbera van pêkhatinan de(a li welat ,a li Ewropa) ,ji alî mantelîteya afirandinê û nêziktêdayîna li keda rabirduyê u toreyé ve di herdu şibakeyan de jî em heman tiştî dibînin;ked û wêjeya rabirduyê bêtir ji bo wan bûye moral,ji ajîteyê wêdetir neçû ye.Ev qeyranek e.Bingeha heyî û derfetên rabirduyê ji xwe re nekirine xem.Her tim xwestine bi xwe bibin bingeh**(Hin kesan wexta jiyana gundé xwe nivîsîne bi awayek derfetên ziman bikaranîne ,bandora zargotinê xwe daye der lê ev ne wek nêziktêdayîn xwe daye der.Tişta em dibêjin ev e ku gere di berhemên modern de ziman bi emî awayan bijiya,vejiya,rê li xwe û derbirînê vebikira)Ev jî bûye sedem pêşî li afirîneriyê bête girtin;xem ne afirînerî bûye bi piranî ‘’peyam’’ esas bûye;xwestine peyam bidin ‘’ ê dî ‘’da ew jî edebîyatê dikin,berheman diafirînin.Hîç nebe di destpêkan de ev wanî bûye.Sedemên vê derûniyê gelek in û gelek jê jî ji kesan xwe nadin der.Lê rastiyek bû/e.

Li bakûr nifşê nû jî bi awayek xwe bi xwe îzole kir;ev ji bandora wêjeya kurmancî a Ewropa,ji leza bidestxistina wêjeya modern,ji bergeha întelektuelî a kêmber û ji negengêşiyê xwe dida der.Xwe dida der dibêjim lewre ew mantelîteyên neyînî em dikarin bibêjin edî nema.Dîsa ji ber ku xwendevan tunebû kes di nav rehawetekê de bûn.Nivîskar û berhem xwe bi xwe bûn;ne xwendevan ne jî cîhana wêjeyê a derve di nav meseleyê de bû!

Jê re dem diviya.Piştî panzdeh sal derbas bûn îro ro nifşê nû di nav qeyraneke edebî de ye û ev qeyran pozîtîf e;li derfetan digere,li xwe û kêmaniyên xwe mukir tê.Xwedî armancên dûr û kûr in,bi rik in.Ji gotinên ên dî ên sayakî bêtir dixwaze bi xwe gotinanan bibêje,vebêje.Hewlên lêkolînerî xwe didin der.Welhasil rastî hate dîtin ku bi meqseda ‘peyamê’ bi tenê meş bêîmkan e.Êdî xemeke wan a hunerî û edebî heye.Ji bo vê jî li bingehên wêjeya xwe,li derfetên derbirînan digerin.***Ev lêgerîn jî di berheman de bi awayek dibe riyên berfireh.Ger li van sê çar salên dawî bête nihêrîn ji gotaran bigire heya berheman asteke edebî xwe dide der.Nifşê nû xwedîtî li xwe û li bingehên wêjeyê dike.

Ka em dîsa gotinên Wezîrê Eşo bi bîr bînin:’’Eynî nivîskarên kurd yên salên 30 î îdî yê berê nîbûn.Ewana xwe bi xwe perwerdedikirin ,xwegihandin guhêrî bûn,kurdiya xwe xurt kiribûn û bi ser da jî bûbûn pisporên edebîyata bedew.Ewana şûna helbestên betreng,yên weke siloganan,yên tamsarkî ,şûna çîrok,novêlên wek gotaran basît,ne xwezayî,dest bi nivîsandina helbest,destan û romanên bi naveroka kurdî,bi ruhê kurdî dagirtî yê bi zimanê gorî fikirandina xwerû kurdî kirin û berhemên hêja ,vê carê bi sêwiya hunerî û bedewîya bilind danexwendevanên xwe.’’

Ev rasti xwe dubare dike.

Ger em li babetê bizîvîrîn em dikarin bibêjin bi tenê ne bandora Ereb Şemo bi gelemperî nifşê nû ji derfetên rabirduyê bêpar ma,xwe bêpar hişt.Îro ro bi gavên herî fesîh ber bi vê rastiyê ve dimeşin;bi dû ketine bi her hawî rabirduyê,derfetên rabirdûyê têbigihijin.Ev jî ji her hêlî ve tê kirin;di helbestê de bingehên çandinî xwe didin der,kovar di nav lêkolînên berfireh de ne,weşanxane hewl didin bi dehan kilasîkan biweşînin,dîsa weşanxane hewl didin berhemên wekî çîrokên hezar û şevekê bi kurmancî werbigerînin…

Ez dê pirsek herî berfireh li vir bi cî bikim;ji bilî bandora kesên bi navudeng,ji bilî bandora zargotin û derfetên derbirînê ên bi kurdî gelo çi bandora çand û keda Mezopotamya li ser wêjeya kurd heye?Gelo,aniha ,li dunyayê kîjan wêje hewl dide careke dın rê bide wan çavkaniyan?Gotineke têra xwe bi bar e,rast e,lê ger em şibakeyê ev qas berfireh li ber xwe vebikin wê çaxê emê karibin dengekî,rengekî,riyekê li wêjeya cîhanê zêde bikin.Belkî jî heya niha dosyeya sereke ya bihata gengêşîn gere a bi navê ‘’Mîrateya Çandên Mezopotamya’’bûya.Em hê di destpêkê de ne.

 

*.(Ger em bi çavekî dî binihêrin belkî ev weke encam şensek e;lewre ew neçar mane folklora xwe bikin bingeh.Di serî de Ereb Şemo bi tevahî wêjeya Qafqasya a salên sîyî folklor e,jiyana folklorîk e.Ji bo têkiliyek di navbera we û Erebê Şemo de pêk bê, we divê hun bi derfetên folklora xwe ne biyan bin.Mixabin bîyanîbûneke mezin heye.)

1.Wezîrê Eşo,çend dîtin li ser edebîyeta kurdî li Ermenîstanê,kitêbxaneya kurdî.

**Li vir pêwîstî pê heye têkiliya tore û modernîzmê jî neyê ji bîr kirin.Hîç nebe wêjeya rabirduyê a kurmancî bi çi çavî li toreyê nihêrîye gere bête gengêşîn.Lê bi tevî hemî sedeman jî nifşê nû jî heya niha bi gelemperî nêziktêdayîna xwe a li toreyê zelal nekiriye;heta, bi navê modernîzmê toreyê red dikir û bi vî awayî di hewlên avakirina wêjeyeke modern de pirsgirêkan xwe da der.Ger nifşê nû toreyê bigengêşiya ,têbigişta ,rexne li toreyê bigirta wê bingeheke rexnegiriyê jî xwe bida der, dîsa wê hewlên avakirina berhemên modern jî bêtir biserbiketa.

***Di wê pêvajoyê de,wexta kesan xwe bi awayek îzole kir bêtir ji derfetên derbirînê bêpar man.A rast carna ev bi qestî dihat kirin lewre xwendevan bi mantiqê kurmancî û derbirîna kurmancî biyan bû.Ku nivîsek bi mantiqê tirkî bihata nivîsîn bêtir li xweşiya xwendevan diçû!Sedemeke dî jî ev bû ku nivîskar bi dû derfetên derbirînê nediketin.Ev jî sedemek bû têkiliyek di navbera wan û toreyê de,berhemên rabirduyê ve pêknedihat.Ev mînaka ha hem vê rastiyê hem jî gelek rastî û tiştên dî der dike:

‘’ÇAVREŞ GELİYOR!.. ÇAVREŞ TÊ!..

Birbirinden özel kapak dosyaları,

Renkli söyleşiler,çarpıcı makaleler,

Magazin,kültür-sanat,edebiyat ve

Daha fazlası ÇAVREŞ’te..

 

Dosyayên bergan ên ji hev taybetîtir,

Hevpeyvînên rengîn,gotarên balkêş,

Magazîn,çand-huner,edebîyat û hê

Zêdetir,di ÇAVREŞê de…’(Kovara Esmer,Kewçêr,2006)

Rastiya ha rastiya gelek berhemên bi kurmancî ne;helbet ne mimkun bû da derbirîna kurmancî mohra xwe li berheman bida lê pirî berheman bi kurmancî nedihat fikirîn,bi zimanên biyan dihat fikirîn û li kurmancî dihat wergerandin.Mesela ev teksta vegotini an ji agahdar bî kurmancî bıhata fıkırîn wê bı vî awayî nehatıba nıvîsîn.Ev mînakek bû jı ber ku sedemên gelek pıroblemên deerbırînê bı vê rastıyê ve gırêdayî bû me bıjart.Rastıya me hemîyan e bi awayek.

 

 

Nîşe:Wexta ez ji bo babetê bi dû materyalan ketim ,ji nû ve min nivîsên derbarê wêjeya Qafqasyayê de xwend hin tişt û nîşeyan xwe di dil û hiş de da der.Ev nîşe bi mijara me ve ne girêdayî ne û îhtimal e di nav nivîsên dî ên dosyayê de cî bigirin.Bi awayek kurt ezê lê bikim.

Beriya vê ezê basa fîlmekê bikim.Leheng kurdek an jî kurdên êzdî ne.Di nav êş û xwînê de tên sirgûn kirin.Diçin welatekî.Li wî welatî jî dikevin şer.Dimirin.Zarokên wan di sêwîxaneyan de mezin dibin.Ew zarokên di sêwîxaneyan de mezin dibin destpê dikin deriyek li wêjeya xwe vedikin.’’Bavê Miletan’’!Bi tevî hemî însanetiya xwe, wan ji sîrgûnê careke dî sirgûn kiriye,şandiye Sîbîryayê!Bi rik, ev kesên bi xeyal li ser piyan mane.Piştî mirina ‘’Bavê Miletan’’!Ew dîsa bi ser riya wêjeya xwe ketine.Ev şîrîd ji şîrîdên fîlmek nekişandiye.

1.Karapetê Xaço gotiye (Ji hevpeyîvîna bi Mehmet Aktaş re):

‘’Em pêrgî hev dihatin,ez dibirim xwaringehê.Ji herkesî re digot ,hevalê min Karapet ji welat hatiye.Wexta hatiye jî hemî dengên welatê min kiriye bêrîka xwe û aniye.Ereb her tim ji min dixwest ez Derwêşê Evdî bibêjim.’’

2.Bavê Nazê di sala 1972 an de hevpeyîvînekê pê re kiriye.Ji hevpeyîvînê:

Bavê Nazê:Qewetiya we ji bo nivîkarên nûhatî çi ye?

Erebê Şemo:Xwendin,dîsa xwendin û ez careke din dubare dikim xwendin.

3.Ji nivîseke Temûrê Xelîl:

Nivîskarê kurd yê mezin Ereb Şemo gava guh dida sazbendiya Xelîlê Evdile û Şamilê Beko,digot:

‘’Gava Xelîlê Evdile li meyê dixe,mar li kêleka te ra derbaz bin,li te naxin.Lê gava Şamilê Beko li fîqê dixe,hetanî dûpişk jî direqisin.

Gelo hewceyê gotinê ye bê wexta însan ji hin berhem û keda beriya xwe bi dûr bikeve xwe ji çi dike,ji çi bêpar dimîne.Û bi derbirînên kurdên Qafqasya,nifşê nû westa xwe hilda.Gul vedidin.Em dé rengén heya ber peré asîman bibinin…

*Kovara W,hej.11,2007
Nîşe: Bêyî dest bidim nivîsê li vir dihêlim.

Yorumlar