CÎHAN ROJ
Bi zimanekî xweşik û wêneyên xurt, îfadeyên herî safî û zelal û ew qas jî mehkem û kûr, helbestên bê nav, rê li xwendevanên xwe vedikin ku xwendevan bi xwendinên xwe yên zelal, hûr û safî bibe şîrîgê “xewnên nebûne beyan”, bo “kenên nîvî mane” gotinan hilbijêre, li navan bigere…
Her risteyek wekî pelek bihara xwendinê ye di şîyîrên xemgîn lê ne bêhêvî de; şîyîrên wê şîyîrên sohbetên dostane û samîmî ne; bi xwendevanên xwe re wekî li gereke edebî, li demeke jidil bijî.
Ev demek e, li ser medya civakî, şîyîrên xweserî xwe û şêwaza xweserî xwe yên Sarê balê dikişînin. Derheq têkiliyên wê û wêjeyê de, sekan û meşa wê ya edebî de agahiyên min nîn in. Lê helbestên wê, kêm zêde, agahiyan didin; bêyî îdîa û mexsedên bêkêr, ji xwe, ji hest û ruhîyeta xwe, wexta bi du peyvan (dembaş, rojbaş) silavên helbestî li mirovahî û xwendevanên xwe dike, meriv dibîne ku têkiliya wê û a peyvan jî bi silavên dostane û jihevfêhmkirinê ne; şayireke silavên wê li peyvan heye; bi hêviya dembaşî û rojbaşiyê şîyîrên xwe pêşkêş dike…
Belkî, Sarê xan, bi vî awayî, hûrguliyekê û rastiyekê bi bîra me dixe; silava li xwendevan bo têkiliya xwendevan û metnê destpêkeke herî baş, herî însanî û herî edebî ye…
Bi hêviya rojekê bi navê DEMBAŞ ev şîyîrên balkêş, bi edîtoriyeke xweş, wek pirtûk di nav pirtûkxaneya Kurdî de cî bigirin.
Pirtûkeke şîyîrê bifikirin; hemî şîyîr bê nav in lê di eslê xwe de wê hemî şîyîr di xîtaba “dembaş”î yê de nav bigirin ku wê pirî şîyîran ji xwendevanên xwe nav bigirin…
Gav û berhemên alî hunerî ve blkêş yên di Kurdî de bi awayekî dibin sebeb meriv hem kêfxweş bibin hem jî coşeke xwezayî jî bijîn…
Bi hêvîya qelema Sarê û gelek qelemên din yên nû li ser samîmîyeta edebî û bi wê afirînerîya edebî li şîyîr û wêjeya me zêde bibin…
Her dengekî xweserî xwe û şêwaza xwe ya nû xeber û hêvîyek e…
“Pelên hişk ên payîzê
li ser goyên emrê min hildiweşin.
Ji bo hemû kenên ku di nîvî de man,
ji bo xewnên ku tu carî nebûn beyan…
Kesî nebîst
di kûrahiya vê bêdengiya giran de
çend bahoz rabûn,
Çend hêvî
di nav destên şevê de
bêxwedî û sêwî man.”
Sarê
***
"Ji ber ku hûn vê rastiya ku qelem bi hêdî fısıre,û silavê sade û azad ê helbestê bi vîqasî kûr hîs dikin,ez ji we re spasiyek bêdawî dikim.
Heke em karibin ji kenînên nîvco re peyvek,ji wan ku bêdeng mane re dengek û ji bo siberojê hêviya ku li hember hemû dijwariyan raweste û berdewam bike hilgirin,çi qas jî be,ew ji bo me kêfxweşiyek mezine e.bi hêviya ku di hafizaya hevpar a peyvan de û di rêya wê hevaltiya edebî ya ku me ava kiriye de,dîsa hev bibînin…
Bi helbestê,bi hêviyê û bi hevkarî û piştgiriyê.🙏" Sarê, 24.09.2026 Substac

Yorumlar
Yorum Gönder