CÎHAN ROJ
Ji rojnivîska îro:
Şehrezad, ji bo neyê kuştin, çîrokên hezar û şevekê sêwirandin.
Kurd jî ji bo wenda nebin û li ser piyan bimînin, çend hezar sal e û heya niha çîrokeke bi heman sernavî dijîn; hin çîrokan jî diafirînin, diguherînin û ji nû ve dinivîsin.
Ne wenda bûn, ne jî bi awayekî normal, bêy şer û pevçûn jiyane!

Bi hêvîya çîrokeke bi sernavekî nû…
Nîşe: Ferzan Şêr di hesabê xwe yê Substacê de ev şîrove kirîye:
"Galeano dibêje bo Şehrazadê “ji tirsa mirinê hostetîya vegotinê çav li jîyanê kir”
Ev jî şîrove û bersiva min a derheq şîrove wî de ye:
"Li gorî min, Şehrazadê, bi hêza gotinê, bi taqeta vegotinê ya bi teknîkeke mihteşem zora zordestî û mirinê bir.
Û yek ji têmaya Çîrokên Hezar û Şevekê ew e ku qasî wêranî û cinawiriya zordestîyê, ehmeqî, rebenî û jirêzêbûna hêzê jî bi bîr xistîye!
Dibe kû were gotin sêhreke vegotinê ye îcabê şîroveyên fîşalî nake lê ez dibêjim, rê û çaredîtina li hemberî zor û mirinê, ne tirs e, esera teknîkî û jîrahîyê ye, çaredîtin û têkbirinê ye…
Helbet Şîroveya Galeano û mirovekî ji vê erdnîagriyê ji ber gelek sebeban wê cuda."
Yorumlar
Yorum Gönder