CÎHAN ROJ
1
Kulilkeke xwînşîrîn ya şîna şînhatî
ji qalikê şîyîrên zer derketî
hawar û halanan datîne li meydanan...
dibe gotinên sar
dibare,
birûsk vedide
li kitimkaran
2
Çîçegên li sarxalîyan şîn hatine
çendî sal, zeman, dewr û dewran in
bûne bîranîn
li zimanekî di zinaran de şînhatî
li welatê çarparî û bi çendik û çend zarî
di hîkyatên gulên zinarîn de
not û nîşeyên xwe datînin
li çar hêlan
çendî qiseyat û hîkyatan
bîranîn e jîyan
ey kulîlkên li herîyên li bin lingan!
3
Hîkyat e bîranîn,
destan e jîyan,
destan e însan,
însan e destan...
Ya xwelîserîyên mane li askorên çîrokên tenekeyan
4
Kevir helîyan, hesin helîyan, gotin helîyan
li hin cî û war
xayle û xeyalan...
Ey kevirên hew dikarin li keviran
bibin deng!
5
Hûn kevir bin jî wê kulîlkin li we şîn werin
hûn ê jî rojekê bibin ax
xort û xortzerîyên wî zemanî
wê çîçegên li weşînhatî bidinhev
bi qevdegulên xwe
kilaman bêjin...
Qatên şeva 28.09.2026
Yorumlar
Yorum Gönder