ÇEMÊ STÊRKÊN XURICÎ Û GULÊN ÇILMISÎ


CÎHAN ROJ
Fot: Tehsin Beravi


sekinî
li stêrkên rêya kadiz nihêrî
gavekê avêt
rawestîya
diçilwilîn stêrk
dikir ku hemî şîyîrên di cîgera xwe de
bi henaseyekê re, berde nav tarîya şevê
û
hemî stêrkên li rêya kadiz bike şîyîrt û bikşîne dil û ruhê xwe
da ku hemî helbeststêrk tenê bibin şîyîrek
ew şîyîr bibe çem
çemê gulên di dil û ruhan de de çilmisî…
dimeşîya
stêrk dixuricîn
li pey xwe şîyîrên stêrkên xuricî hiştin
tarîyê jê re got
raneweste
wê li pey te mirovin li vê rê bimeşin
ew ê rahêjin stêrkên xuricî û şîyîrên çilmisî
biavên çemî
wê çem şa be ku ew jî êdî bi şîyîr be…

19.09.2026, saet: 21:56

Yorumlar