QEVDEGULÊN HELBESTÊN TEYRÊN XWEDAWENDÎ

 CÎHAN ROJ

Wêne:Ishida Yuti


Rojekê li parîzên ruh, teyrek ji teyrên xwedawendîyên zimên, bi qevdegulên peyv û risteyan reng dide bahrên keskesorî...

Qevdegulekê datîne li ser sînga zemanê lalayî...peyv ji qevdegulê dikişin, ref girê didin... çîrokan dihêlin li ber derîyên zemanê hêşpêlî... peyv, di bahran de dibin ‘den’ bahr bi rengên xwe nav digirin... herçî okyanûsên silavên min in, li xalîcîyan, qasî lavlavkê bihurmet; wekî lefokên bi çîçeg êdî bi bi dostanî...

Xwedî zemanekî me aniha; zemanê ji rengên qevdehelbestên teyreke ji teyrên xwedawendîyê...

Li şevên zimanê min yê bi zeman hatî mohrkirin; ji emrê nizanim çendik û çend sal in, kilamekê diminminim ji kêf û şahîyê; dengekî hildibe ji zimanê min ê zikmakî, rengekî şax  vedide ji zimanê dayîka min... hêvîyek xwe li min dide der; belkî dibêjim, êdî wext e, qelemin ji parîzên ziman û edebîyata dil û welatê min, kevok hil bin, bi qevdegulên helbestên xwe qolê heyatê badin, bi bayê hênik yê dil û ruhê xwe re bi reqs bin... di hezkirina xwe de, bi nifş û refê xwe re, her bi azadî...

Ji kêfa teyrên helbestê ên refgirê didin, ji şahî û şînahiya dilên helbestî, qevdegulekê jî ez datînim ser rêya oxira rêwiyên ehlê firînê... rengê qevdegula min  kefavî ye wekî rengê porê min...

Li parîzên vî zimanî, xwîner û xwendevanekî me  di wext û zemanên xalî ên li tenhahiyên qelema xwe; dibim  evdal carinan; qulingên min ji helbestên teyrên xwedawendî difirin...

Temoyên min hemî dan û wextên edebîyatê ne...

Qevdegulek... çîrokeke ku ji xayleyên mîna xewnên şevan... û ez û min, yê ku derîyên çendik û çend koşk û serayên bi mohrên zemên mohrkirî...  li parîzan... teyr difirin...

Çîrok û hîkyat bi qevdegulên helbestên teyrên xwedawendî dikevin nivîs û lalayîyên li sîyên çilê havînan...

Hiş e, wekî stran û diayekê diherike; li cînan qelem serî ji zeman digire û hêşpêlî dibe...

Qevdegulekê datînim dawîya vê nivîsê; û wekî posipîyekî li parîzên qatên şevên xalî, dibêjim; bila key û keybanûyên welatê min her azad bin, her ref girê din...

 

 

 

 

 

 

 

 


Yorumlar