PEYVÊN "EZBENÎ", "BÎRBENÎ"Û ÇÊKIRINA PEYVA "GOTINBENÎ"

CÎHAN ROJ



Wexta zengînbûna peyvên bi Kurdî dibe mijar pê re jî hin kes balê didin bikaranîna peyvan û tenê bikaranînê esas digirin û wê muhîm dibînin; zêde guh li pirbûna  peyvan nakin. Ji derî şîroveya wan sekanan divê em pirseke dîtir li meselê zêde bikin; gelo em kîjan peyvan, bi çi awa û mehnê bi kar bînin? Bi vê pirsa ku bersivên berfireh jê re lazim in, di vê nivîsê de armanca min şîroveya ‘ezbenî/bîrbenî’ û pêşniyara peyva ‘gotinbenî’” ye ku alî min ve hate çêkirin...

Ev pirs bo sekna min muhîm e û wexta hewl didim çi bi çêkirin be çi jî bi şîrove û balkilşandinê be, kûrahî, pirhêlî û zengînbûna mehnê derdixim pêş ku di afirînerî û sêwirînîyê de ev pir muhîm e jilewre nêzikahiyeke ji hestekî kûr a bi hewla kûrahiya Kurdî wê alîyek din yê zimanê me zindîtir bike.

Li gorî romanûsîyê û rastiyên karê min, heya ji min tê, xwe ji nivîseke akademîk an jî hişk dûr digirim û jiyana rojane û zimanê zindî û helbet aliyê mehne û hunerî, derfetên bikaranînê esas digirim.

Mijara vê nivîsê jî bi awayekî spontane ji sohbetekê derket:

Di kilamekê de peyva "bîrbenî" derbas dibe. Îro di sohbetekê de, min behsa wê peyvê kir. Rûspiyekî me(Selim Alak) peyva "ezbenî" ya ku li devera Botanê tê bikaranîn mînak da û got; peyv  bi awayekî nazik, di mehna "ez hurmetkar an jî bengîyê te me." de ye.

Pê de çû: belkî peyva bîrbenî jî nêzê wê mehnê ye. Kî dizane belkî bi mehna kesê li ber ben" jî di stranê de hatibe bikaranîn, em nizanin yanî kesê li ber daliqandinê ye. 

Şîroveya rûspîyê me rast e. Ezbenî:  ez+bende(xulam/xizmetkar/hêsîr) an jî ji tewangeke rêzgirtinê tê ku di jiyana rojane de ji bo rêz, hurmet û kubarîyê tê bikaranîn.

Min bi derfetên azadiya şîrovekirina edebî, peyva “bîrbenî “ bi wê îhtimlê şîrove kir ku dibe ku bi mehna “kesê bengî û bendeyê bîr û bîranînan” be. Wisa xuya bû şîroveya Kek Selîm a bi awayê, “Kî dizane belkî bi mehna kesê li ber ben" jî di stranê de hatibe bikaranîn, em nizanin yanî kesê li ber daliqandinê ye.” Jî ji alî azadîya şîroveyê ve xweş bû. Şîroveyên spontane  ên azad ji alî hunera helbestvanî an jî sembolîzmê ve dewlemendî ye lê helbet alî mehnê ve rastiya wan bi şik e.

Li pey sohbetê kek Selîm ev peyam bi rê kir :peyva “benîzava” binihêre!

Min nihêrî...

Wisa cî digire:

"Zavayê ku di nav xezûrgelanê xwe de dijî."

Mînaka Wîkîferhengê (Zavayê ku li cem mala xezûrê xwe ye, bi awayek din, stûyê xwe li ber wan xwar kiriye/pê ve hatiye girêdan) têkiliya girêdanê nîşan dide. Sînorê neçarî û rizayê, xwestek û hezkirin an hurme tû xatir çiqas mijarên helbet diguhere...

Peyvekê çê dikim û pêşnîyar dikim:

Gelo  dewsa 'ez bi te re me' em çima peyva 'gotinbenî' çê nekin... gelo ez zêdezoriyê dikim?

Lê difikiirm ku divê em pêşnîyar ji gelek hêlan ve were nirxandin.

Zimanên ku di qada nivîskî de bi pêş dikevin bêhtir hewceyî peyvên razber û kurt in. Mîsal; di şûna hevoka "Ez di vê fikir/gotinê de bi te re me" de bikaranîna peyva “gotinbenî” wê  bêhtir lez û zindîbûnê nede zimên? Wekî  peyva "Ezbenî", peyva "Gotinbenî" jî  hestekî kûr ê rêzgirtin û lihevkirinê vedihewîne.

Gelo şîroveyek   zêdezorî ye?  Min qebûl e ku meyla  paşgira/gotina “-benî “ zêdetir li ser  teslîmiyet, xulamî  yê ye... lê ji derî mehneyên ferhengî peyv li vir bi naveroka xwe alî mehnê ve zengîntir dibin û dibin xwedî parçên mehneyan ên nû.

Hêvîdar im pêşnîyar alî zimanzan, xwendevan û eleqedaran ve wekî nêzîkahiyekî  xwerû û afirîner e were pêşwazîkirin. Di metnên wêje û felsefeyê de mirov dikare peyva “gotinbenî”bi rihetî bikar bîne...

Û wekî xwendevan  jî  jê haydar in peyvên nû bi vî awayî çêdibin û  bi ceribandin, bi bikaranîn û bi nîqaşê re jî candar dibin, tevlî zimên dibin...

Bila bimîne li vir...


Nîşe:

Alî bikar anînê ve hin form û mînak:

Di fikir û  dîtinên te de gotinben im.

Dikarim gotinbenîya wê analîzê bikim.

Gotibenî têrê nake,lêzêdekirin û analîzên cuda jî hewce ne...

Rexneya gotibenîyê jî bihewîne objektîvtir e.

Û mînakên di forma helbestî de:

Bîrbir û gotinben e...

Gotinbenîya şîyîra ruhê min e...

Gotinbenîyê gotinên helbestên tarîbarên hêviyan e...

Îja de were berdewam neke û neke şîyîr û helbest:)

 

 

 


Yorumlar