NÎŞEYÊN DERHEQ ZÎVO DE

 CÎHAN ROJ

                                              Fot: Jı vidyoyek Rudawê

Zîvo zû radibe ser tetikan; ne xan dike, ne jî xirab dike…Hêrsok û çavsor e. Bi tevlîhevîya aqlê pêşî ye. Di nav cîhaneke zêmarî, kilamên qehremaniyê, çîrokên dêw û dewranan de dimîne pirî caran… wexta bêhna wî tê ber wî, hewl dide xwe ji wan hal, rewş û gêdûgan bike; dixwîne lê  bi xwendinên teyrên bêyom re dibe lehengê daweta gur û rûvî… hêvîşikestin û neçarî…

Diqilqile; şîretên kesnebihîstî; bi kevirên herî mezin dide halanê…

Sebir çiye? Ne jiya ye, ne jî ceribandî ye… alî xwendinên hûr ve biqisûr e.

Dunya elem li ser aqilekî ye, Zîvo jî li ser aqilekî ye… ne êşên miletê xwe hîs dike, ne jî hewl dide dîroka xwe û miletê xwe binase; di her siyaset, derdor û edebîyatê de ji bo yên wekî wî dibêjin: "Hêdî biajo siwaro, hespê ku tu lê siwar î kor û yexte ye!"

Ew bi ya xwe ye; di hişê xwe de qehremaniya çîrçîrokî dijî…yên ku ji wî û halê wî fêhm dikin, hema bi bişirînên sehneyên trajediyan dibişirin, çimkî ew di ceribandinên jiyanê de bûne şahid ku kesên wekî wî dixwazin gotineke wan jî hebe; ji ber ku bixwe ne bawer in û ne amîn in; bi kelecanî, bi qîreqîr, bi hişê tevlîhev, di dinyaya xwe de hem xan dikin hem jî xirab dikin!

Di kultura wan de, bo hal û bêsebrîya kesên wekî Zîvo, wisa dibêjin:

"Ew hêkên xwe zû dike!

û pê de diçûn:

"Heyat bêyî yên wekî Zîvo jî nabe. Bihêlin bila ew jî merûyê dunya xwe be!"



Yorumlar