CÎHAN ROJ
Dîmen:paulshuang, qada înternetê
Min îro ev post parve kir: "Dunya dizîvîre, dewran diguhere; tu neguherî, her nebî dar, nebî war, nebî şar... li cîyê xwe bimînin wekî erdê qeraj û beyar, wê roj were lehî rabe li te... helbet,rêyek din heye ku tu her kevir bimînî, hew bibî zinar, bê rih û bê jîyan;wê wextê jî wê tenê ji te bêtonê çêkin..."
Di wê kurteşîroveya metaforîk de min xwest balê bidim pêwîstiya guherînê ku wisa xuya ye xwestek û mafên esas, ji alî gelek kes û derdoran ve, bi yekcarî têne xwestin û ferzkirin, bêyî şert û merc, realîte li ber çav were girtin; sekanên wisa, derî meselên sîyasî, îdeolojîk bêhtir dibe sebebê rîskan ku şer berdewam be û ew jî alî însanî ve xem dide merivan.
Gavin têne avêtin, rewşenbîr, entelektuel û sîyasetmedar digengêşin. Derî analîzên kûr, bo me wêjevanan alîyê însanî û trajîk yê şer bêhtir li pêş e.
Berîya wextekê min di bloga xwe û di medya civakî de eşkere kir ku ez destegê didim gavên aşitiyê û helbet min pê re hêvî, xemên xwe jî der biribûn.*
Di gengêşîyan de peyva "têkçûyîn" yek ji wan têgehan e her hate parve kirin. Têkçûyîn di xwezaya xwe de, di gelek nêzikahiyan û şîroveyan de sûbjektîfbûnê derdibe. Ez di vê nivîsê de, peyva "têkûyîn"ê bi rewşa "kirdebûnê" re esas digirim.
Qada dîrokî de, bi vê mehnê têkçûyîna herî mezin têkçûyîna Mîrekiya Bedlîsê ye ku wexta kirdebûn bibe mijar, em dikarin bêjin têkçûna herî mezin e. Wê rojê, ne tenê kelehek ket; kirdebûna kurdan pir û pir derb xwar ku ew mîrektî bi gelek hêl û taybetiyên xwe, çi alî şaristanîyê ve be çi jî alî kirdebûna neteweyî be derizî, şikest; kurd ji kirdeyatiya siyasî bûn mexdûrên siyasî.
Li pey zemanekî dûvdirêj ê bi trajedî, li Başûr kirdebûn dîsa bû realîte. Îro ro li Rojava kêm zêde, bi awayekî kirdebûn dikeve merîyetê ku divê em rewşa her parçeyê jî ji bîr nekin ku li Rojava kurd wekî mihacirên bênasname li wir dijiyan.
Gavên li Rojava û gavên mihtemel ên li parçên din, bi ya min, meriv nikare li ser têgehên "serkeftin" û "têkçûyînê" binirxîne. Pêşveçûn in. Mîsal; wexta li Bakur derheq zimanê Kurdî de li zanngehê gavin hatin avêtin wê wextê alî sîyasî ve bûn sebebê gengêşîyan, mafdar bûn jî çimkî bêy statû bû lê di karwanîyê de ew gavên lawaz jî bû sebebê pêşkeftinên baş ên qada ziman, kultur û edebî de.
A din, dunya bi tenê li dora dewletekê an jî çend dewletan û miletekî an jî çend miletan nazîvîre; wisa xuya ye, guherîn û veguherînên berbiçav wê biqewimin alî sîyasî, kulturî de.
Wekî fîgûrekî qada edebî, bo min a herî muhîm ew e wê ziman, kultur, edebîyata me di nav wan qewimîn û pêşveçûnan de wê çiqas veje, pêş ve biçe, cihê xwe di nivîsevanîya cîhanê de bigire? Alî din alî mafan ve di jîyanê de mirov çiqas karibin bibin kirde?
Ger têkçûyînek berbiçav hebe ew jî di warê îdeolojîk a tengde ye; ew têkçûyîn welew guherîn û veguherîn di warê îdeoljîkde ye ku tevî kurdan li Rojhilata Navîn bo gelek rêxistin û sekanan e ku ew têkçûyîn ji hewl, realîte û rastiyên di qadê de xwe li her kesî ferz dike ku ew biguherin, veguherin; HSD û peyrewên DAIŞê, kî çi dibêje bila bêje, wê alî guherînên îdeolojîk ve jî tesîrê li hev û li herêmê bikin ku rewşa Îranê jî li ber çav e bi gotineke din, her kes an neçar tê hiştin an jî bi tercîh, ber bi demokrasîyê ve, dûrî xeyal û lehengîyên çîrçîrokî, cî û rê dide xwe; ev geşedanekî ye û li gorî min gerîenka herî mezin li Rojhilat Navîn, bi tevahî ew sekan û gerînekeên teng ên îdeolojîk bûn!
Bi mîlyonan Kurd û miletê neteweyên din li dunyayê berbeleav in, geşedanên qada dîjîtal rê dide ku mirovên van xak û erdnîgariyan êdî ji gelek seknên kevnar û îdîayên totalîter zîvêr bin. Divê neyê ji bîrkirin alî abşîyê û dîroka mirovahiyê ve ceribînên li van erdnîgariyan ne kêm in tenê şûrê li ser stuyê wan jeng bigire an jî were hilanîn besî gelek pêşveçûn û guherînan e!
Alîgirî û destega min a bo aşitiyê jî, tam jî ji van dîtinan û li ser rewşa kirdebûnê şikil digire; qasî kirdebûna warê mafên civakî, neteweyî, warê takekesî de jî mafê kirdebûnê jî yek ji esasên jiyanê ye
Derî realîteyê, her kes xwedî xeyal û hêviyên xwe yên serkeftinê ye. Lê yên ku tenê li ser xeyalan şîroveyan dikin, gelek caran dibin sebeb wendayî kûrtir bin.
Bi dubareyî dibêjim, ez wekî romanûsekî piştgiriya wan gavan dikim ku pêşî li şer digirin û rê li ber jiyanê û kirdebûnê vedikin.
Helbet realîte bi sînor e, qasî xeyalan kêf û heza serkeftinên bi xeyalî bi merivan nade jiyandin, heta bêhtir xem û rîsk û êşê dide jîyandin lê dîsa jî realîte bi hêztir lê bêy xeyal jî nabe.
Hilbe, firde... firde, hil be...
Asîman şîn e kevok spî...
Nîşe: Bi 'hurcahilî', ji hestîyarî an jî hêrs û hesabên dîtir, meriv, bi yekcarî bêje, kurd xirab têk çûn, nabe, hem merivan nabe analîzên drast û durist hem jî gotina meriv bêqîmet dimîne çimkî ger têkçûn mijar be têkçûnek pirhêl ya ji sebebên cuda mijar e û têkçûn be jî ew bi tenê ne a kurdan e;
Mafên kurdan alî hêzên cîhanê ve têne kitimkirin û ger têkçûn mijar be, parek berpirsiyarîyê a kurdan be para din a her çar a dewletan e! Para mezin jî ji berjewendî û pragmatîzma hêzên serdest ên cîhanê ye!
Tu gotina mêrxasên me bo wan nîn e; bi çavgirtî tenê bêhêvîtiyê û êşê li vî miletî giran dikin!
Sed sal berîya niha arîşeyên pir sert li meydanê hatin hiştin û îro dîsa arîşe têne hiştin lê hinekî nermtir in a trajîk ew e ku hin kurd behsa têkçûnê dikin û çar dewlet jî xewnên coşa serkeftinê dibînin; ne wisa ye ger mafên însanî ên kurdan werin paşguhkirin ne sed sal be jî pêncî sal dîsa bi awayek dubare, heman arîşeyên bingehîn wê werin jiyîn. Heyf e,guneh e, wisa mekin, di însanetî, edalet û azadiyê de bi israr bin, pêşeroja zarok û nevîyên we jî mijar e....
Rexne maf in û heq in, şert in lê meselên derheq qedera însanan de ne lîskên çavgirtonekî ne; wisa, bi kêyfî, bi şelpatekî nabe!
Bi dubareyî, têkçûyîneke ji alî îdeolojîk de a sîyaseta bakur mijara şîroveyan e; pir bi îdîa bûn alî îdeolojîk de, xewnên pînekirî ên şoreşekê li Rojava alî medyaya sîyasetê ve hate lansekirin ku dûrî realîteyê bû; bi şerê li hemberî DAIŞê re dunya elem bû piştgirê kurdan lê sîyaseta bakur, exlebe medyaya wan, ketibû halê serxeşîyê mizgîniya şoreşeke cîhanî dida bindest û emxdûrên cîhanê; dewsa nirxên însanî, ên wekî mafê ziman, statûyên fermî ên xwebirêvebirinê de ku wê cîhan biba alîgir, wan herûher bi xewn û peroşên bi teys re xwe jî, jiyanê jî manîpûle kirin û ew destega girseyî a li cîhanê jî pê re vemirî...
Çawa edet û aqil e nizanim; kurd, bi gelemperî hê jî zû dicoşin, zû xan dikin, zû xirab dikin; çîroka gotina aqilê kurdan ê pêşî û ê paşî, wisa xuya ye di kodên kulturî de her zexm e û her maye; çi sîyasetmedar be, çi rewşenbîr û entelektuel be çi nivîskar be...
*https://cihanroj2.blogspot.com/2026/08/weki-romanuseki-destege-didim-gaven.html
Yorumlar
Yorum Gönder