KLÎŞE, AFIRÎNERÎ, BEDEWÎYA HUNDURÎN Û REŞBELEKÊN SORGEWEZ

CÎHAN ROJ



                                                                                                    Wekî ji rojnivîska îro...

 Ev gotin di îfadeyên rojane de pir tê bihîstin: 

"A muhîm bedewiya hundurîn e."

Bo nîyeta pak, sadebûn û başîyê îfadeyek rast e û muhîm e û carinan li hemberî parastina bimexsed a bedewiya fîzîkî, wekî îtirazekê ye jî lê klîşe ye çimkî li gorî kesan û sekanan diguhere, alî mehnê ve guherbar e...
Çi gotibû Zerdeşt, cotê xwe hûr biajo, kûr biajo, dûr biajo... di her xwendin, dîtin û şîroveyê de, heya ji me were em ê hûr bixwînin, kûr bifikirin dûr binihêrin da ku derkevin derî klîşe û ezberan, gelek peyv û hevokan ji awa û hukmê klasîk rizgar bikin..
Mîsal; bi afirîneriya ji jîrahîyê, ruhekî kûr û îfadeyên zengîn û rengîn re 'bedewiya hundur'ji halê klîşeyî der tê û em dikarin êdî behsa bedewbûna çavkanîyek deryayî a hundur bikin... û bedewiyeke hundur a bi wî awayî bandoreke xweş li her awa bedewiyê dike...
Bi gotineke din, bedewî bi awayekî, nêzikahiyek e, bîr û sekanek e ku ew ji gelek hêman, rastî û rasteqînîyan şikil digire...
Di meselên wisa de, zêde pê de naçim çimkî her jîyam û bûm xwedî ceribînan bê afirînerîyên cuda, ên nû, ruhên kûr û xalî, ew qas jî behrî,îfadeyên rengîn û zengîn bê di jîyanê d etêne çi mehnê... bi wî awayî meriv çiqas bi xweşî, bi rihetî, di afirînerîyê de bi kêf û henek e meriv ew qas jî dibîne û lê werdiqile jîyan û bedewîyeke wisa a kûr û watedar ne îşê henekan e... û klîşe, hin îfade têra qelem û mirovên wisa nakin, kêm dimînin...
Heya vir; bi kurtûkurmancî dibêjim, herçî edebîyat e heyat e û herçî heyat e dîsa edebîyat e... û dihêlim li alîyek reşbelekên sorgewez...

Yorumlar