HUZNA HÊVÎYEKÊ Û SERLÎSTEYÊN ŞÎYÎRA BAKUR ÊN ZEMANEKÎ

CÎHAN ROJ


Dixwazim behsa çîroka 'Mûmên Welat" bikim ku min di sala 2004an de amade kiribû.

 Hem ji alî bîranînên şexsî ve hem jî wekî şahidiyên wêjeya me, hêvîdar im bo xwendevanan balkêş be. Wekî kevanekê destnîşan bikim ku  rêyek xweş a bo berjewendîyên qelema min heye ku wekî gelek fîgûrên qadê, ez herûher, bi coş û bi ajîte û manîpûle behsa hin qewimînên edebî bikim da ku cîyê qelema meriv li ber çavên girseyan mezin be; bila ew hewes dûrî edebîyatê be; heya niha min ew sekn her dûrî xwe hişt lê  bi nivîsên wisa, lixwegirtin, hîsdarî û dijminatîya li hemberî qelema meriv îhtimal in, rîsk be jî, ez her li ser soza xwe a destpêka nivîskariyê me; bila her tişt di nivîsan de, li ber çavên xwendevanan be, eşkereyî, zelalî estetîk e jî... 

Edebîyat jî wekî însan e, îcabê veşartinê nake; edebîyatê de jî her hal têne jiyîn... bila kes xem nexwe, metirse û zêde necoşe; dawiya dawî, wexta lehî diçe her qirş û qal... dimîne li cîyê xwe; dar û hemîtiştên ku zora lehîyê lê nebûye jî, wekî rastîyek xweza û jîyanê,wekî  heyîbûna bimehne, ew jî li cîyê xwe dimînin...

Min dosya bi navê "MÛMÊN WELAT" bi wê nîyetê amade kiribû ku di weşanxaneyan de were weşandin. Kesî xwe lê nekir xedî. Taybetîya herî li ber çav ew bû ku di wê qonaxê de* hin kesên "serlîste bûn" bersiv nedan pirsên min! Wê wextê hêvîşikestî mabûm, huznekê jiya bûm lê îro ro lê dinihêrim, wekî danehev û xebateke ji dîroka wêjeya me ye ku bîr û boçûnên gelek şayîran ên wê wextê watedar e.

* Wê wextê serlîsteyek navên fîgûrên şîyîra bakur  a ku ji qebûl û ezberan hebû; li  Amedê, li ser têkiliyên şexsî, ên weşanxane û  derdorî, wekî mohra paşê lê be, her di medyayê de dihat weşandin!

Helbet kesên navên wan di lsteyê de bûn, bi ked û hunera xwe, di wêjeya me de ne jirêzê bûn û xûyanî bûn lê coş û hestîyariya girse û medyayê a derheq wan de,li dorî min, bûbû sebeb jixwerazîbûn û qurebûneke bi sosret derî edet û sekanan biqewime!

  Min her nivîsî, ez ê îro jî dubare bikim, ew coşa bêkêr a derî edebîyatê, her ji wan xwar û bû sebeb ew di afirînerîyê de pêş ve neçin an jî kêmaniyên cidî bijîn, her xwe dubare bikin û pirî caran têkçûyîn jî di şîyîr wan de qewimî!

Ew serxweşîya di şîyîr û şayîrtîya wan de, a ku, exlebe ji destpêka 2000î heya 2010an, hem bû sebebê serobinîyekê û hem jî lihevgerîn, matmayîn û têkçûyînên cuda! 

Bêguman, wê îdîa û dîtînên  min wê ji alî akademîk û lêkolerîyê ve wê bibin mijar!

Ger em li çîroka xebatê vegerin, wê wextê kesên wekî Ehmedê Huseynî, Rênas Jîyan, Kawa Nemir, Îrfan Amîda... pirsên min nebersivandin!

Nîşe: Divê ez nîşeyekê daynim vir ku muhîm e bê di wan wextan de ji edbeîytê bêhtir çi hêman û faktor bi tesîr bûne..

Li pey mirina Ehmedê Huseynî, Elîxan Loran pdf a hejmareke  Kovara W weşand. Di wê hejmarê de dosyayek derheq Ehmedê Huseynî de cî girti ye. Kesên derheq şîyîra Huseynî de nivîs nivîsîbûn ji wan kes hebûn, wan wextan, navê Ehmedê Huseynî wekî îlahekî li ser zar û zimanê xwe digerandin; bi pesin û berad bûn derheq şîyîr û hunera wî de...

 Bala min kişand; wexta Ehmedê Huseynî mir, ji "meşhûrên lîsteyan" jê piran  derheq mirina Huseynî de yek hevokekê nenivîsîn, gotinekê nekirin! Û pirsa bi awayê bê ka, gelo yek ji wan kesn bimira bê Ehmedê Huseynî gotinekê binivîsîya an na, ka wê li cî be an na, wekî nîşeyekê datînim dera ha.

Helbet kes û şexs, di wextê  mirinê de ne mecbûr in serxweşîya her kesî bikin û bibîr bînin, tercîh e. Lê ku hûn xwe di meşhûrbûnê de wekî yek ji temsîlkarê şîyîra kurdî bibînin û we herûher pesnê Huseynî dabe, têkiliyên we ên şexsî her çi bin jî, a ku ji we tê hêvîkirin ew e, li ser navê huner û şîyîra kurdî, divê di mirina wî de, derheq şîyîr û hunera wî de gotinekî we hebe!

Ev mînak me dibe wê pirsê bê ka di nirxandinên şîyîra Huseynî de samîmîyet û objektîfbûn  heya çi radeyê hebûye an tunebûye! 

Wexta nivîsên wisa dinivîsînim, dengê hin xwenedavanan qey tê guhê min, dibêjin, wan wextan, wan kesan bo edbeîyata me çi şîrhelalî jî kirin! Helbet û cîyê hurmetê ye ku yek ji fîgûrê wan dewr û dewranan bûm. Tişta hîç qedir tê de tunebe wê çima bo nivîsan bibe mijar? Mesele ew e em êdî bi hûrgulî, bi pirs  lêkolerî li edebîyata xwe miqate bin û îcabê hestîyarîya zêde a çavşilî jî nake; madem ku peyvên wekî "modern û modernîzm" li ser devê her kesî ye nexwe divê em gotunên xwe danequrtînin; aqil û modenrîzm çi li me ferz dike, bi navê ilm û edebîyatê em rasterast bêjin, hesabê seknên edetgerî û zemanê berê nekin! 

 Miqatebûna li hûrguliyên wisa di heman demê de lî cîdîyet, rêûrêgezên edebî, pêşveçûn û afirînerîyê ve balkêş in ku bi me dide fikirîn ku rêûrêçikên edebî, seknên edebî esas û muhîm in ku em ji dîroka edebîyatê dixwînin ku di edbeîyatên dîtir de, di hin dewr û qonaxên civakî, sîyasî de fîgûrin wisa hebûn eku wekî îalhan bûne lê pey re hatine ji bîr kirin, ew bi tenê bi taybetîyên xwe ên wê qonaxê mane di dîroka edebîyatê de.

Ji şahdiyên xwe vê bêjim; coşa serxweşker wekî sêhra jahrî ye ku qelema merivan dixwe...

Gotina dawî; îro min dîsa ew xebat xwend ; encam her çi be jî çi baş e min ew 20 pirs pirsîne û gelek şayîrê hêja  bersiv dane ku ew dosya bi pirs û gelek bersivên balkêş, wekî belgeyekê, ketîye dîroka edebîyata me...

PIRSÊN KU DI SALA 2004AN DE, DI WÊ XEBATÊ DE HATIBÛN PIRSÎN EV BÛN:

1.Hûn ji bo çi dinivisînin?

2.Hûn ji bo kê dinivisînin?

3.Rewşa helbesta kurdî ya heya roja îroyîn...Herikîna helbesta kurdî ya dîrokî...

4.Rewşa helbesta kurdî ya roja îroyîn...

5.Hêviyên we ên derbarê pêşeroja helbesta kurdî de çi ne?

6.carna di helbesta kurdî de basa dibistanan tê kirin.Dibistanên wêjeyê çawa pêktên?Nêziktêdayîna we ya li hember dibistanên(ekolên)wêjeyî çi ye?Em dikarin helbesta we bi kîjan cereyan an ekolê re bi bîr bînin?

7.Li gorî we,ku hemî kurd xwendevan bûna,dê bêtir kîjan beşê civakê berhemên we bixwenda?Gundî,an karker an jî beşa elît?

8.Gelek rexnegir ji bo Homeros helbestvanê nû dibêjin,hûn çi difikirin?Nûbûn an jî nûtî ji bo we tê çi wateyê?

9.Baweriya me ev e ku Memê Alan dastanek Îngîlîzî,Emerîkî,Yewnanî ,Frensewî hwd.bûya dê ji bo wêjeyê bibûya bingehek mezin û heya niha li her deverê dunyayê navudeng bida.Li gorî we, Memê Alan tê çi wateyê ji alî wêjeyê û zimanê wêjeyê ve?Gelo çiqas ji berhema we re bû bingeh an jî çavkanî?

10.Hin kes di wê baweriyê de ne ku bi tena serê xwe bi hest an jî bi hêmayê helbest nayê nivisîn,divê bi helbestvan re zanîna dîrokî,çandî,civaknasî hwd hebe. Hûn bergeha helbestvanê/a kurd ya întelektuelî çawa dibînin?

11.Ji ber nebûna rexnegir û pisporên dîroka wêjeyê carna kes xwe neçar dibînin ku bi çavê rexnegir û pisporên dîroka wêjeyê biaxivin,tespît û destnîşanan derbikin .Li gorî we, ev xetere ye an pêdiviyek e?

12.Wekî tê zanîn hin kes di paceya zanîsta wêjeyê de,hin kes di paceya zimanzaniyê de,hin kes di paceya etîk an jî bedewinasiyê de li helbestê hûr û tîr dibin.Ji van şibakeyan jê kîjan şibake bêtir li gorî we ye?

13.Tê derkirin taybetiyek postmodernîzmê jî ev e ku kes bê xem in,xwe alîgir nahesibînin.Ne xema wan e ku di civakê de bibin xedî îdia û angaştan.Ew dinivisînin hew.Kes tişta herî pîroz e.Gelo heya kîjan astê helbestvan alîgir e,tu sînor hene an na?

14.Gelo heya kîjan radeyê xwedevan ji bo helbestvan metirsî ye?An jî di dema nivisînê de divê helbestvan rewş û rastiya xwendevan ji xwe re bike xem an na,an jî divê xemeke helbestvan ya wanî hebe an na?

15.Bandora ramyariyê çiqas li ser helbestvanê/a kurd heye?Însan dikare hew di şibakeya ramyariyê de helbest lêbike?

16.Bazara helbesta kurdî bazarek erzan û bê ked tê dîtin.Hûn dixwazin çi bibêjin?

17.Îro ro ji alî ramyarî ve gelek kurd ji civakê bêtir şaristaniyê wek bingeh digirin.Ev ji bo we tê çi wateyê?Ger ku hûn erênî lê binihêrin dê di wêjeyê de çi bandora xwe hebe?

18.Ji kerema xwe re helbesteke bi kurdî ya ku hûn herî jê hez dikin lê bikin.Ku helbest li cem we tunebe navê helbestê û navê helbestvan lê bikin.

19.Gelek kes dilsariya gelek kesan ya li hember helbesta kurdî bi deruniya bindestiyêve girê didin.Gelo deruniya bindestiyê dibe sedem ku kes paxav bi helbesta kurdî nexin?

20.Em spasiya we dikin.Ku hûn bixwazin tiştên dî vebêjin ji kerma xwe re lê bikin.

 







Yorumlar