"ÎNSAN BI ÇI ŞAD BIBE, JÎYAN EW E."


                                                 Fot: Tehsîn Baravî

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Ezê di vê nivîsara xwe de ji we re behsa evîndarekî zimanê kurdî bikim.

Gelek kesên ku bi zimanê kurdî re eleqedar in û xemxuriya vî zimanî dikin vî ciwanmêrê hanê nas dikin. Yek ji nifşê piştî salên 90-î ye ku bi zimanê kurdî dinivîse.

Yekem car bi nasnavê 'Jêhat Gimgim' bû mêvanê kovar û rojnameyên kurdî. Paşê navekî nû ji xwe re hilbijart û ji wê rojê heta niha bi wî navî dinivîse. Min bi xwe hem ji navê wî, hem ji nivîsarên wî hez kirin.

Ez behsa Cîhan dikim, Cîhan Roj...

Nivîs, gotar û helbestên wî di kovar û rojnameyên bi navê Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Rewşen-name, Kevan û Tîrojê de hatin weşandin. Du berhemên wî yên hêja ku ronahî dîtîne ev in:

'Ratîka' (Helbest, Reşemî, 2002, Weşanên Sî, Stenbol)

'Meyman' (Çîrok, Weşanên Lîs, 2006, Weşanên Lîs, Diyarbekir).

Di demeke nêz de, ji hêla Weşanxaneya Do-yê ve, dosyayeke helbestan û dosyayeke çîrokan ji pênûsa Cîhanê hêja derdikeve...

Bi eslê xwe Gimgimî (Warto) ye Cîhan Roj. Bi qasî dizanim kêm-zêde ev 10 sal in Li Îzmîra Tirkiyeyê jiyana xwe berdewam dike. Mirovekî dilnizim û devliken e. Herdem ji dûr ve em hay ji hev man. Silav û halpirsiyên me ji bo hev kêm bûn, lê bawer bikin ji dil bûn...

 

***

Çendek berê me li halê hev pirsî.

Derd û kulê wî kar û barê kurdewarî û zimanê kurdî ye...

Hinek kes hene; tu behsa hinek tiştan dikî; dilê wan geş dibe, per û baskên wan hebin dê bifirin, di civatên wan de hew hûn dibînin ku şev li we bûne sibe. Cîhan jî yek ji wan kesan e...

Pirsiyar kir; "Bi çi ve mijûl î?"

Min jî yek bi yek jê re got.

Kêfa wî pir hat...

Min got; "Ez dilşa me, lewre ku bi zimanê dayîka xwe dinivîsim"

Cîhan got; "Dizanim Biracan!.." Bêyî ku navber bide axaftina xwe berdewam kir;

"Salih, insan bi çi şad bibe, jiyan ew e!.."

Çiqas xweş got; "Însan bi çi şad bibe, jiyan ew e!.."

 

***

Gelo hûn Arîstîpposê Kyreneyî dinasin?

Ez bi çend hevokan behsa Arîstîppos ji we re bikim;

Beriya Îsa di 435-an de; bi gotineke din 2438 sal berê hatiye dinyayê.

Ev alimê yewnanî, li dora 50 salan jiyan kiriye.

Şagirtê Socrates û wekî avakarê "Dibistana Kyrene" tê zanîn.

Avakarê zanyariya "şadî-kêfxweşiyê" ku bi navê "hedonîzm" tê zanîn...

Li gorî Arîstîppos, divê mirov ji jiyanê bi awayê aqilane şewq, hez û şadiyê werbigire...

 

***

Cîhan Roj, Arîstîpposê Kyreneyî anî bîra min!..

Arîstîppos, ji jiyanê bi awayê aqilane şewq, hez û şadiyê werdigire...

Cîhan û yên wekî wî, bi kirasê me yê kurdî-kurmancî bi jiyanê şad dibin.

Arîstîppos dibêje; "Sedema her lebatê, daxwaza dilşabûnê ye.

Pêwîstiya jiyanê hez e. Hez, ew hest e ku însan pê dibe însan"

Cîhan Roj çi dibêje, li gorî wî jiyan çi ye?

Bifermin em guh bidin hestên wî yên dil-qerase:

"Jiyan nivîs e... Nivîs deriyeke nû ye. Deriyeke ku insan bikaribe bi serpişti deriyeke din veke. Nivîs deng e. Dengê ku di singên Mem û Zînê de fetisi bû. Nivîs dengê ku dayikan, ji tariyên şevén ker u lal re dilorand..."

Lewre ew dixwaze ev deng bi dil u guhén tevahiya insanên cîhané bikeve. Berdewam dike: "Kurd piştî 40-50 saliya xwe li benda miriné diman/dimînin. Ez dibêjim jiyan gelekî xweş e û em naxwazin di wan salan de li benda mirinê biminin.

Bi riya nivîsê em kurd dixwazim wê nêziktêdayîna 'ne nêziktêdayîn' serobino bikin. Rojhilatiyan aqil ihmal kirine, her çi rojavahî ne hest û dil dane aliyekê. Evdal bi qulingan re axiviye, ev çanda me ya devkî bû.

Em jî bi nivîsê re dixwazin bi tevahiya dinyayê re biaxivin...

***

Erê birako; hibir û pênûsa te her hebe!..

Wekî te got;

“Însan bi çi şad bibe, jiyan ew e!..”

Şadiya me her ev çand e, ev ziman e, ev raman e, ev deng e...

Me taybetmendiyeke din heye ku sosreta giran e:

"Zindîkujiya Mirîperestî" ya me!

Xwezî ev tunebûya...

Bila ev jî bibe mijara nivîseke din.

Te got çi Cîhan?..

rojnameger@hotmail.com

* Ev nivîsa Salihê Kevirbirî di 7/7/2008 an de, di malpera NETKURDê de hateweşandin. Navê quncikê wî HEVÎTRIŞ bû...


Yorumlar