GULPEROŞ*

 CÎHAN ROJ



1

Yek Gulperoş e, yek ji wan Yarbîn e, ji yan din re dibêjin Nîna...

Yek ji çîyayekî de hatîye, yek ji çemekî, ya din ji lorîkekê... her yekê dilê xwe xistîye nav pembû, ruhê xwe ji dilê xwe re  kiriye qutîkek bi bask... qutîk çûne û hatine,  li darşîlaneke welatê zimanekî danîne...

wê gavê, wê lehzê...

li xanîyek kevirî...

yareke yarê xwe

bi dengê nebihîstî dilorand

û deng ji li kezeba wê dibû ba, baran û fizildûman:

"bê te xewna min nayê

nîn im nînim nînayê...

çibkim ji 'halê' dunyayê

nînim nînim nînayê..."

2

Nîna ye...

...................................


*Min do 20 navê keçik û lawan çêkirin. Ji doh de, ji wan navên ku min çêkirin navê Gulperoş, Yarbîn û navekî ku min li wan navan zê de kir-Nîna- her ma li ser zimanê min... 

Şeva çûyî wekî ez li xeweke şayîran bim; bi xayle û peroş, bi kelecan, bi zarûzorî, bi kêfxweşî min , welat û çem û hêlîn çêdikirin ji peyv û xayleyên  şîyîrekê re... hêlînên ku di bin zinarên li sînga çîyayên hezkirinê ji peyvên têjik re dibûn sîûstar...

Vê sibehê, wekî reşebeleka şîyîra GULPEROŞ min ev lê kir û aniha,bi vî awayî, bi xwendevanên xwe re parve dikim; wekî reşbeleka şîyîrekê. 

Ka, wê zeman çi nîşanê me bide, wê çi ji wê xebatê derkeve an jî dernekeve; êdî maye li bext, talih, şan û feraseta qelemê...

2.08.2026



Yorumlar