CÎHAN ROJ
Fot: Tehsîn Baravî
Wexta em behsa ziman dikin, şexsiyeta însan, ruhê însan, fikir û xeyalên însan jî têne bîra me. Eleqeya însan û ziman eleqeyeke muhîm e. Ziman jî bi can û ruh e; ruhê zimên û ruhê însan bandorê li hev dikin.Ger di zimanê we de pirsgirêk hebe, hûn nikarin baş bifikirin. Hûn nikarin şîroveyên xurt bikin. Hêla we ya estetîkî lawaz dimîne û têkiliya we bi jiyanê re, bi awayekî, qut dibe.
Ger însanek nikaribe xeyal bike, ew nikare biafirîne. Ji bo xewn û xeyalan ziman gelekî muhîm e. Einstein gotiye: “Xeyalkirin ji zanînê muhîmtir e.” Em bi zimanê xwe re li xeyalên xwe digerin. Wexta em bi zimanê xwe şa bin, em ê wê çaxê bikaribin xeyal bikin.Ji bo têkilî, fikir û ramanê jî zimanekî têrtije lazim e.
Ger şêwaza we ne xweş be, zimanê we ne sivik û ne şîrîn be, hûn nikarin bi însanan re têkiliyekê durist li dar bixin. Însan bi zimanekî xweşik û bi vegotineke bi aheng dikare fikir û ramanên xwe saz bike.
Rewş hinekî trajîk e. Gelek însan bi zimanê xwe nizanin. Ew bi zimanekî din diaxivin, digengêşin û dixwazin jiyanê têbigihîjin. Em bi rihetî dikarin bêjin ku ew bi zimanekî din diaxivin, lê nikarin bi ziman şa bibin. Bernard Shaw gotiye: “Kesê bi zimanê xwe nizanibe, nikare hînî zimanên din bibe.” Ji ber vê rastiyê rewş trajîk e. Em aniha ne bi zimanê xwe dizanin(li ser esasê bipergal) û ne jî bi zimanên din. Ango bi gelemperî em nikarin bi tu zimanî şa bibin!
Em dikarin careke din rewşa zimanê xwe bi bîr bînin. Beriya wê gerek e em li xwe mukir bên. Kî radibe dibêje zimanekî me yê xurt û dewlemend heye; ev ji hin hêlan ve rastiyek e. Lê eger ev tenê wekî ajîte bê gotin, xeletî ye çimkî divê em li xwe mukir werin û qebûl bikin ku zimanê me ji gelek geşedan û pêşveçûnan bêpar maye, li paş e. Em gerek e êdî dev ji qonaxa ajîteyê berdin. Ne hewceyî hewlên îspatkirinê ye êdî. Wext hatiye em ziman bi xeml û xeyal bikin, da ku zimanê me ji derî jiyana rojane jî bikaribe jiyana xwe ava bike.
Heya niha, mîna jiyana me, zimanê me jî di nav sînorên teng û jiyaneke nebajarî de bû. Bazara zimanê me tunebû; ziman di jiyana rojane, perwerde û bazirganiyê de cihê xwe nedigirt.
Helbet statû ji bo zimanekî gelek muhîm e û em vê destnîşan dikin. Lê riya herî sivik û aniha mimkun xwendina kitêbên edebî ye. Ziman jî mîna edebîyatê tahm û çêj e. Ger hûn nikaribin tahm û çêjê ji ziman û edebîyata xwe werbigirin, hûn nikarin xwedîtiyê li ziman bikin. Ji ber ku em ji zimanê xwe û ji edebîyata xwe bêpar mane, di heman demê de em ji hunerê jî dûr ketine. Rastiya me, bi tevî hişmendiya rojhilatiyan a li ser hunerê, bûye sedem ku li vê erdnîgariyê ruh ziwa bimînin. Tolstoy gotiye: “Bi tenê huner dikare rê li ber tûndiyê bigire.”
Daxwazên me yên di derbarê zimanê me de daxwazên însanî ne. Em dixwazin bi edebîyatê, bi hunerê, bi rindî û bedewiyê û bi jiyanê şa bibin. Em dixwazin tişt di dilê me de nemînin. Îro, bi saya zimanê xwe yê nivîskî, em dixwazin bi însanên li rûyê erdê re biaxivin.
Sedemên sîyasî û statûyê bend ava kirin e lê tu kesî bi destê me negirtiye û tiştên em karibin bikin ne hindik in. Em dikarin helbest, çîrok û romanên bi kurdî bixwînin û tehm û çêjê jê werbigirin. Wextêkê hincet û behane dihatin dîtin. Kesan digotin zimanê kitêbên edebî giran e. Carinan jî kesên ku di jiyana rojane de dikaribûn xwe derbibin, digazirîn; diaxivîn lê nikaribûn bixwînin. Di jiyana rojane de, hûn dikarin bi dused peyvan îdare bikin, lê hûn nikarin bi deh an bîst hezar peyvan romanekê lê bikin. Carinan romanek sedhezar peyvan dihewîne. Gelo pirsgirêk hinekî ne ji me heye? Ziman di heman demê de ji me kedê jî dixwaze.
Hewlên ji bo ziman, rasterast û beriya her tiştî, ji bo ruhê we, xewn û xeyalên we ne. Ji bo dermankirina birînên dilê we ne. Ger hûn nikaribin tehm û çêjê ji zimên werbigirin, hûn çiqas jî ji bo ziman tê bikoşin, dawî pûç e. Û pirsek piçûk; gelo hêza xeyalê li me çiqas berfireh bû?
Û çend gotin ji bo pergal û desthilatiyan: Heya em bi zimanê xwe şa nebin, em ê nikaribin bi zimanê we jî şa bibin. Heya em tehm û çêjê ji zimanê xwe negirin, em ê nikaribin tahmê ji zimanê we jî werbigirin. Heya em nikaribin bi zimanê xwe xeyal bikin, em ê nikaribin rûmetê li zimanê we jî bigirin...
*Ev nivîs di 04.03.2009an de di Diyarnameyê de hate weşandin.Nivîs di ber çav re hat derbaskirin. Ji ber rojanebûna nivîsê min ji nû ve weşand.
Yorumlar
Yorum Gönder