CÎHAN ROJ
15 Gulan,2016 Li Mêrdînê panelek hebû. Min li pey panelê ev notûnîşe lêkirine:
Di panelê de navê mijara min ziman û roman bû. Ev e çend nîşe ji axaftina min:
1.Ji bo têkiliya me û çanda nivîskî em dikarin bêjin em hê "di xewna xwe de qise dikin"
2.Pêşniyar dikim ku kesên bi ziman re eleqedar li ser cografya kurdî bifikirin.
3.Wextê em dibêjin tarîx bi tenê dused salên dawî tên bîra me ku hingî bi zevt û zor in ew sal.
4. Di çanda devkî de têkiliya zimanê kurdî û bajaran gelek xurtbûye.Di Memê Alan de bajarê Cizîrê.
5.Roman bereke bajarvaniyê ye, zimanê me îro hewl dide ku modernîze bibe. Li hêlekê ji ber taqeta Kurdî û înada nivîskarên kurd em dikarin romanan binivîsînin li alî din jî astengiyên me hene,mînak ji alî mijaran ve romana Kurmancî nikare serbest be ji ber ku hê gelek têgeh bi cî nebûne.
6.Yên ku edebîyatê pêş ve dibin çîna navîn e mixabin çîna navîn ya kurd di xwendinê de xemsar e.
7. Gere em bi temkîn bin.
8. Romana ku bi zimanek wisa tê nivîsîn ku kes ji fehm nake ji ber nefehmkirinê dibe ku bibe xwedî sir û bi bandor be lê romanên wisa bi problem in behsa zimanê edebî yê bi ast nakim ji alî fikirîn, sazkirina hevokan û zîneta ziman ve dibêjim,yan na, helbet wê ciwanên me di nivîsînê de gelek tiştan biceribînin. Ciwan ew kes in ku di pirsan de jêhatî ne lê mixabin yê me li ser qebûlan dewam dike...
9.Modernîzm êqil esas digire gere em jî bi ya êqil bikin. 10. Ji bo mesela aqil jî dibistan, zanîngeh lazim in. Azadiya zimên azadiya romanê ye jî...
Yorumlar
Yorum Gönder