CÎHAN ROJ
1
Di zarokaniyê de, li gund, zarok û keçên hêtîm alî hestîyariyê ve pir tesîr li min dikirin. Êteke(abla) bi navê Asya hebû, dêya wan miribû. Asya ew keçik bû bi henûnî, bi însanetî û dilsoziya xwe li gund nav dabû. Wexta zarokên mîna min didît ji wan hez dikir, henek dikir.
Pey re ew mir. Nexweşîya wê nayê bîra min lê wexta mir, an bi dergîstî bû an jî bûka serbixêlî bû. Li ser gora wê xêlya sor her daliqandî bû.
Exlebe havînan, wexta diçûm mêrgê çavên min her li wê xêlya sor a li gora Asyayê daliqandî bû. Mehna xêlya sor "bêmirazî" bû, trajedî bû!
2.
Di navbera salên 1987-1997an de ez li Mêrdînê bûm. Ji sala 1993an heya 1997an ez li sendîkayê wekî sekreterê perwerdehiyê di rêveberîyê de bûm. Tevî şertên wan salan, di xebatên sendîkayê de, bivênevê em bêhtir haydarî trajedî û trawmayên şer bûn. Û çîrokên şexsî ên wê wextê datînim hêlekê.
Carna wexta li sendîkayê bi tenê dimam, min li wêneyên endamên sendîkayê ên hatî kuştin ên li dîwêr daliqandî dinihêrî. Û herûher peyva "jan"ê dihat hişê min ku ew peyv bi tevî rewşa biêş a di jîyanê de, di çanda devkî de jî pir û pir cî digirt.
Rojekê wexta dîsa ji bûyerên şer, janê da dilê min, çîroka êt Asyay û xemgîniya min a wê dema zarokaniyê hate bîra min. Û ji nişka ve, min xwe bi xwe got, welatê janê ye*, Janya ye... Peyva janê û "ya" ya ji navê Asyayê bûbû sebeb ez peyva JANYA bi awayek spontane çêbikim!
3
Dost û dilsozên wan salan di Rojnama Welat de kar dikirin û nifşê min ên qada edebîyatêwê were bîra wan; wê wextê çi çîrok û helbest bin çi jî ceribên wan salan ên destpêkê bin, min ji Rojnama Welat re dişandin. Min çîrokekê nivîsî û peyva JANYA li karektereke wê çîrokê kir û di Rojnama Welat de hate weşandin ku wê wextê min bernavkê "Jêhat Gimgim" bi kar dianî. Pey re Mazhar Gunbat(Mazhar Rojava) bernavkê Cîhan Roj li bin nivîseke min danî bû û min ew bernavk wekî xatir û xatirata wan salan û ji qedrê li tewra rêveberîay rojnameyê û helbet ji kêfxweşîyê, wekî navê xwe ê nivîskariyê tercîh kir û her bi kar anî. Sebeba ku Mazhar ew bernavk danîbû jî ew bû ku wê wextê jî min zêde nivîs dişandin, wî jî ji wê sebebê ew bernavk danîbû. Çi veşêrim li pey bikaranînê kêfa min her ji wî navî re dihat û min ew li xwe dananîbû, rêveberîyê ji nivîsên min ên wê wextê ew nav layîqî nivîskariya min dîtibûn! Min bijartina wî navî di heman demê d ewekî xelateke hêja dihesiband û hê jî dihesibînim!
4
Sal çûn. Di sala 1999an de pirtûka Rênas Jîyan a bi navê JANYA hate weşandin. Helbesta Janya ew helbest bû ku li ser zarûzimanan bûbû wekî kilameke dengbêjîyê a pir meşhûr. Helbet bi qasî nivîsîna helbesteke ew qas delal a ji alî helbestvanekî ve, wê kêliyê wekî hestên însanî, çêkirina wê peyvê jî kêf dabû min çimkî li gorî min, ew peyv nehatiba afirandin wê ew helbest bi wî navî nehatiba nivîsîn, helbet hêza helbestvaniya Rênas a wê wetxê li cîyê xwe bû, ne ew helbest ba jî helbestên wî ên ji helbesta JANYA ne kêmtir hebûn û wîyê ew daneheva hundurîn a helbest belkî di helbesteke din de derbibira, em nizanin, ger bihata nivîsîn belkî ji gelek hêmayên di helbesta JANYAyê de bêpar jî bima.
5
Min çêkirina peyva Janya di nav notên xwe de lêkiribû. Pey re, bi tevî notên dîtir, min bi sernavê NOTÊN DI DEFTERA MIN DE şand ji Kovara W re û ew hat weşandin.
Do(02.08.2026) wexta min di medya civakî de posteke Mem Mîrxan xwend ku wî posteke Kenan Ormek şîrove kiribû ku di wê postê de pesnê helbesta Rênas a bi navê Janya dabûn, wekî xweşîyeke warê edebî de, ji jîyîna nostaljîyê, min nivîsî ku peyva JANYAYÊ min çêkirîye. Pey re şîrove hatin kirin û di wan şîrove û gotinên xweş ên dilsozî ên kesên wekî Mem, Kenan û Ferzan... de min careke din got ku ez Rênas pîroz dikim ku ew helbest nivîsî û li ser zarûzimanan berbelav bû.
Mesele têra xwe edebî, însanî ye. Bifikirin, hûn dîwarekî lê dikin kesekî bûye sebeb we çûye hîmekî qewî anîye. Hosta hûn in, dîwar yê we ye. Lê herûher, bi awayek, ew kesê ku bûye sebeb her li bîra we ye, hûn bêjin jî, nbêjin jî, hûn bi bîr bînin jî neynin jî jî ew heqîqetek e di wê serborîyê de, çi kêm çi zêde... an jî bifikirin, dostekî we, pêşnîyarekê li we dike, hûn esas digirin û bi pey wê pêşnîyarê dikevin, dawiya dawî, serkeftinên mezin bi dest dixin, yê serkeftî hûn in lê hûn pêşnîyar û dostaniya di wê serkeftinê de, de ji bîr nakin, bi xweşî bi bîr tînin, ev egerên edbeî û egerên kesên profesyonel e. Di edebîyatê de rastîyên wisa xweşîyên edebî ne û mixabin edebîyata me a li Bakur de, hê jî em nehatine xaxê rastî û hurgulîyên bi wî awayî.
Helbet em ê jî her û her li hûrguliyên wisa miqate bin, wan xweşîyan bijîn, bi hev û serkeftinên hev, keda hev şad bin. Herwekî din û seknên dîtir edebîyat ranagire.
Wekî gotina dawî bêjim, di nota di kovara W de jî ked û serkeftina Rênas a di wê helbestê de bi xweşî û kêfxweşî hatîye bi bîr anîn û bîrxistin ku ew berhema hêza afirînerîya qelema Rênas e.
Li vir, careke din daynim, berîya ez bi Kurdî binivîsînim min her hewl dida ez xwendevanekî baş ê edebîyatê bim çimkî li gund, di şertên herî zor ên tenêtîyê de, romenek bûbû sebeb jiyana ku ez lê bigerim bibînim.
Ji wê rojê bi şûn de, min çend quruş xerclixa ji bo parîya nanê xwe jî, di pêşxortanîya xwe de, li Gimgimê, dida kovar û rojnameyan û dibir li gund dixwend. Di xwendinê de herî zêde jî serpêhatî, bîranînên portreyên edebîyatê bala min dikişand.
Dixwazim vê bêjim; di pêvajoya nivîskariya xwe de, min her hewl da ez û em edebîyatê pir muhîm bibînin, cidî bigirin çimkî edebîyatê pir tişt li jiyana min zêde kir, çimkî min bi xwendinên xwe dît ku bê edebîyat dikare çi li mirov , kultur û welatan zêde bike ji lewre wexta ez hewl didim bêy tawîz tevbigerim, hêvî dikim hin xwendevanên min hinekî ji min fêhm bikin, derdê min ne şexsê min e û bertekîyên ku ez rê didim ne rastsgele ne û ne şexsî ne ; ger bala we lê be giş hatine bijartin ku ez hinekî bi awayekî sert(ne ji quretî an jî basîtiyên dîtir ên rastgele ên bêy şêwaz û nizanim li ser navê kîjan şan û şoret û mexsedê) lê bi ferzkirinên edebîyatê li me ferz kirine derdibim ku bibin sebebê gengêşîyan çimkî ger nakokî, pevçûnên edebî ên bi rêz û rêçikên ku dawîya dawî me bigihînin derekê...
Ji bîstî zêdetir pirtûkên min hatin weşandin ki ji deha zêdetir jê roman in. Edebîyat berheman esas digire ne nav û pirpirkên fîgûran, ge rdi wan pirtkên min de edebîyat hebe mesele qedîya ye.Ma ne heyf e, wexta meriv li hin meselan difkire, tegn bifikire. Wê çi hewcedarîya Cîhan Roj heta mihneta Cîhan Roj ji serkeftinên fîgûrên din hebe an jî a wan ji Cîhan Roj hebe lê... lê ya wê heye; wekî min li jor got, hin hûrgulîyên di edebîyatê de xweşî ne, kêfxweşî ne û heta ked in, piçûk bin jî kedên ji afirînerîyê ne! "Lê" ya din jî ev e; her afirînerî û serkeftina di qada edebîyatê de, bo her xwendevanî kêfxweşî û mihneteke xweş a însanî û edebî ye jî çimkî em qasî ku nivîskar bin ew qas jî xwendevan in jî...
"Cî ji dilan teng dibe." Belkî yek ji gotinên ku dikare warê edebîyateke profesyonel terîf bike ew gotin e.
Welhasilî kelam... ev jî çîrokek bû... lê neçû qulên dîwaran an jî ber dîwar û ser maseyan, ket nivîsê û ma û çû...
Her bi hêvîdariya serkeftin û xweşîyên edebî...
3.08.2026


Yorumlar
Yorum Gönder