CÎHAN ROJ
1
Em ji navê romanê dest pê bikin. Di Rûsî de navê romanê “Bratya Karamazovy”ye.
Bi îfade û gotineke din ew bira ji malabata Karamazov in. Ev nav ne “birayên Karamazov” e, bi awayekî zelal û mehneya rast “Birayên Mala
Karamazovan”e, an jî “Birayên Karamazovî” ye.
Di wergerên heyî yên Kurdî de1
ev aliyê malbatî yê ku di orîjînalê de pir girîng e, kêm dimîne û heta nayê dîtin
û bi wî awayî mehneyeke esasî veşarî dimîne.
Di Kurdî de formên pir xwezayî
hene ku vê mehneyê baş didin der:
A yek, “Birayên Mala Karamazovan”
e, zelaltir û alî Kurdî ve kûrtir û bi bingehtir e.
A din, “Birayên Karamazovî” ye
ku bi paşgira malbatê ya Kurdî ya -î,
aîdbûnê îfade dike ku ew bira birayên endamên malabata Karamazov in.
Lê difikirim ku her du jî ji
wergerên berê rastir û dewlemendtir in û bo wergerên ji vir bi şûn de pêşnîyar
dikim.
2
Yek ji xalên herî balkêş di romanên Dostoyevskî de, jîrahiya sêwirînê ye. Ew
her karekterî, her gotin û her bûyerekê dike parçeyek ji avahiyeke mezin a
felsefî û mirovî. Di nav hemîyan de,
pêşgotina Birayên Mala Karamazovan yek ji nimûneyên herî hostatiya wî ye. Dostoyevskî
bi awayekî ironîk û metafizîkî dest pê dike û wisa dinivîse:
“Heger ez dest bi serpêhatiya
jiyana qehremanê xwe Aleksey Fyodorovich Karamazov bikim, ez hinekî disekinim.
Sedem ew e ku ez pir baş dizanim ku Aleksey Fyodorovich ne qehremanekî mezin
e... Li pey xwendinê hûn ê vê fêhm bikin.”
Ev ironî bi qeat e. Dostoyevskî
hêviyên kevneşopî yên xwendevan dişkîne da ku bala me bikişîne ser kûrahiya
giyanî, ne ser serpêhatiyên derve. Ew xwendevanê pasîv şîyar û aktîf dike da ku bike hevkarê afirîneriyê. Ev
teknîk di çîrokbêjî û dengbêjiya Kurdî de jî heye 2 mîna gotina
“Derî bigrin, bila kes nekeve hundir…” ku guhdar dike beşek ji çîrokê.
Bi wê pêşgotinê re, Dostoyevskî
me amade dike ku em bi sebir û bi hişyarî bikevin nava cîhana mezin a romanê.
Dostoyewskî û ew romana mihteşem
wê di nivîsevanî û romanûsîya me de jî yek ji mîrate û şahesereke li ber
serîyan e; ji navê romanê bigire heya gelek hûrguliyan divê bo me bibe sebebê
ked serêşî û lêkolînên bi hûrgulî...
Di hewla jixwefêhmkirin û
xwenasînê de, cîyê jêfêhmkirin û nasîna ên derî me, ne hindik e...
Kevir û gavên esas in ên dîwar û qonaxên wêje û kulturekê qewî dikin; hûrgulî hêjano, nûbûn delalinon!
1.
Alî
Emîn Gerdîglanî ve binavê “Brayanî
Karamazov” li Soranî hatîye wergerandin. Di Wîkîpediya Kurdî de jî binavê
"Birayên Karamazov" cî girtîye.
2.
Şakiro
li odeyekê kilaman dibêje. Di qeyda kilamê de, dengekî tê bihîstin ku wisa
dibêje:
“Derî bigrin, bila kes ne dekeve derve ne jî were hundur.” Hevokeke
têra xwe sade û ew qas jî cîdîyeta li civata dengbêjîyê dide der.
Bi destpêkên bi wî awayî re, guhdar û xwendevan têra xwe têne
zindîkirin, ji rewşa pasîv derbasî halê aktîv dibin, ew jî wekî kirde tevlî
afirînerî û atmosferê dibin.
Nîşe: Di medya civakî de min ev nîşe lê kir û pêdivî pê dît wekî nîşe li vir jî bimîne:
WERIN LI ÇÎROKEKE KURT A BALKÊŞ BINIHÊRIN
Ev nivîsa li vê lînkê(https://cihanroj2.blogspot.com/2026/08/birayen-ji-mala-karamazovan-u.html) ji ber ku “kurt” bû, ji hêla Kovara Kurd Araştırmaları ve nehat weşandin. Nivîs kurt e lê mijar ne kurt e. Mijar kûr e.Di wêjeya Kurdî de, navê yek ji şaheserên herî mezin ên cîhanê; romana Dostoyevskî hê jî bi awayekî kêm û şaş tê gotin: “Birayên Karamazov”. Di orîjînala romanê de (Bratya Karamazovy) wateya bingehîn a “malbatê” heye. Ew ne tenê “birayên Karamazov” in; ew “Birayên Mala Karamazovan” in, an jî “Birayên Karamazovî” ne. Ev hûrgulî ne hindik e heta rindik e! Ew jîrahiya Dostoyevskî ye. Di heman nivîsê de li ser destpêka romana wî jî rawestiyam;yek ji destpêkên herî hostatiya wêjeya cîhanê ye. Dostoyevskî bi ironiyeke kûr û metafizîkî dest pê dike û xwendevanê pasîv vediguherîne hevkarê afirîneriyê.
Ev teknîk di dengbêjiya me de jî heye…
Tiştekî afirîner û nû çawa dikare bibe qurbana şikil û formatê? Gelo nivîseke pir dirêj, tijî dubare û gotinên gelemperî, ji bo “Kurd Araştırmaları” afirînertir e?
Ez ê êdî nivîsên xwe ji wê kovarê re neşînim. Nivîsa temam li vir e:
https://cihanroj2.blogspot.com/2026/08/birayen-ji-mala-karamazovan-u.html
Bila raman û afirînerî nebe qurbana “dirêjahî”yê.
Here Domê Were Palasê
Yorumlar
Yorum Gönder