CÎHAN ROJ
Kî be, li ku be, her çi difikire û xwedî çi rê û rêçê dibe bila be; dîrok, ji aliyê kodên kultura kurdan ve, bi mînak e ku aqlê çîrçîrokî, hestiyariya xav û xam, merhemeta bêkêr a zêde û wîjdanê ku wekî bêwîjdanî li meriv vedigere… dibin sebeb ku meriv rê li xwe wenda bike û li hev here û were.
Li alî din û di heman demê de, kultur, huner, ol, felsefe û edebiyata zengîn a devkî a kurdan jî bi heman aqlê çîrçîrokî û hestiyariya kûr û lîrîzma çîyayî a Kurdî ve şikil girtine, xurt bûne.
Li ku, çi wextê aqlê modern û aqlê çîrçîrokî hev temam bikin û di hevsengiyê de bimînin, li wir geşedan têne dîtin.
.jpg)
Yorumlar
Yorum Gönder