AQILÊ SERÎ, AQILÊ ZIK Û AQILÊ JÎYANA KURDÎ


AQILÊ SERÎ, AQILÊ ZIK Û AQILÊ JÎYANA KURDÎ

CÎHAN ROJ



Di hûrguliyên jiyana Kurdî de têgeh û îfadeyên kûr û zengîn hene. Yek ji wan “aqilê zik” e. Min li gundê me her dibihîst* û ji zû ve bala min dikişand.

Di destpêka nivîskarîyê û di salên dûvdirêj ên piştre, bi xwendin û lêkolînan, ez zêdetir li ser têkiliyên Kurdî, çîrok, jîyan û şahidiyên Kurdî haydar bûm. Wexta ez behsa “zengînbûna Kurdî” dikim, dûrî qalib û klîşeyan, ajîte û manîpûlasyonê, ez tam behsa rewş û hûrgulî, rastîyên bi wî awayî dikim! Di romanûsî û şayîrtiya min de, hûrguliyên zimanê Kurdî ji bo xeyal û afirîneriya min, wekî çavkaniyên çîya û zozanên welatê min in. Mijara vê nivîsê jî yek ji wan hûrguliyan e.

“Aqilê zik” yek ji wan îfadeyan e ku di nivîs û romanên min de ciyê wê kûr û fireh e**. Ev îfade destnîşan dike ku her însan xwedî du aqilan e, aqilê serî û aqilê zik. 

Aqilê zik “cîhana hundurîn” li ser “aqil” derdixe pêş, ne li ser ruh û hest. Ev yek pir balkêş e. Ji aliyê fîzîkî ve jî rûvîyên însan wekî mejîyê duyem tê nîşandan; cîhana hundurîn jî di ziman û jiyana me de wekî "aqilê zik" xwedî mehneyeke kûr e. Di jiyana mirov de hevahengiya di navbera rûvî û hiş de ji aliyê tenduristiyê ve muhîm e. Hevahengiya di navbera aqilê serî û aqilê zik de jî ji aliyê jiyana fikrî ve  pir muhîm e. Ger aqilê serî tiştekî bêje û aqilê zik li ser rê û tayên din be, problema herî mezin e û bi wê problemê re gotinên rast jî cih nabînin.

Hûrguliyên ji cerib û jîyana zimên çiqas balkêş û zengîn bin, jîyana meriv a rojane û fikrî jî ew qas zengîn û rengîn dibe.

Bi hêvîya rojên zengîn û rengîn, bi hêviya jiyaneke azad bo Kurdî û hemî zimanên mexdûr... her bi kêf û bi hêvî, hûn man di nav xweşîyê de...

*Li gundê me (Înaq-Gimgim) min her dibihîst malbatên ji gundê me di nîvê sedsala 18an de ji Rojhilat hatine...

** Ji romana DEHLÎZ:
“wekî şeytanê wê, aqlê zikê wê qanih nebûbe tevdigeriya”

“tu bi hişê xwe û aqlê zikê xwe beledbûyî”

21.08.2026



Yorumlar