ŞEVA YELDAYÊ

 CÎHAN ROJ




şeva Yeldayê şevek bi şan û bi nîşan...

ez bi dia me dîsa

diayên bi ronahiyê re zêde  dibin...

bi hêvî me, hêviyên ku azadiyê li gotina “her û her”ê hêşîn dihêlin

îşev, li serhedê, kîjan çivîk difirin û diçin...

ji sawa zemên û ji serma çilê zivistanê...

herçî kerengperek e 

berf jê re bûye welat

heya biharê...


Yorumlar