JI BO "ATIK" Û "SIFIR ATIK" PEYVÊN KU EZ PÊŞNÎYAR DIKIM

 CÎHAN ROJ



Di medya civakî de jê haydar bûm ku di 10 rûniştinan de peyvek çareser nebûye. Wexta min da hişê xwe min dît ku  bikaranîna hin peyv û qaliban a li devera Gimgimê dikare çareserîyê bîne. 

Omer Dilsoz di hesabê xwe ê Xê de wisa nivîsîye:

"Peyva ku di 2 sal û 10 rûniştinan da çareser nebûyî... Gilêş e gilêşno!"
Di şîroveyan de ev hatine nivîsîn:

Ez bawerim bermaw(bermahîk) jî başe, Bê bermaw:zero waste

Ez jî wek te difikirim"

Ka endamên dîtir ên komxebatê ên di rûniştinan de ji wan kê çi pêşnîyar kirîye ez jê ne haydar im.
Dîtin û pêşnîyarên min:
Li devera Gimgimê gotina "herdehûrde" heye. Ji bo hemî tiştên bêkêr û ên wekî bêfeyde têne dîtin û têne avêtin jî tê bikaranîn:
"Wan herdehûdeyan biavêje."
"Herdehûrdeyên derdorê bide hev."
"Ji herdeûhûrdeyan merû nikare li cîyê xwe rûnê."
"Herdehûrde" peyveke  baş û zindî ye  ku  "atik" (tiştên bêkêr , bermahiyên piçûk û bêqîmet) îfade dike. Meriv dikare wisa modernîze bike:Herde:  ji bo "atik" an "bermahî" Herdehûrde : Ji bo qûç û tiştên wekî qelax an jî kombûyî, tiştên belavbûyî yên bêkêr.Hîçherde an qetherde:  ji bo "sifir atik / zero waste" pir xweş û xwezayî ne. Kurdî jî xweş hezim dike. Ne warê min ê esas e  lê alî parçên mehnê ve, wekî şayîr û romanûsekî, bi min watedar in . Ger ev pêşnîyarên min alî Komxebata Kurmancî  ve were nirxandin û bête qebîlkirin helbet wê bo min cîyê kêfxweşîyê be. 
Dîmen: Malzemebilimi

Yorumlar