ÊŞÊN ARAFIYÊN QADA SÎVÎL


CÎHAN ROJ







Ev posta @z_zekine(Zekine Türkeri) a di X'ê de ye ku 29.07.2026 an de parve kirîye, îro derket pêşberî min.

"Siyasi paylaşım yapma, yapma, yapma!

Karışma, karışma, karışma! Sana ne?..." Neredeyse yüksek sesle tekrarlayacağım. Mesafe de katettim de sanki, ama daha çok çalışmam lazım:)"

(Postên sîyasî parve meke, meke, meke!

Îşê te pê neketîye, îşê te pê neketîye, îşê te pê neketîye!

Ji te re çi?..."Li ku ye ez ê bideng dubare bikim. Ez dibêjim qey min gavin avêtin, lê gerek ez hê pir bixebitim:)")

Post, di heman demê de, kurteçîrokeke balkêş û gelek xurt bû...

Te digot qey, li benda îşaret an jî çirûskekê bim ku ez çend gotinan derheq rewşeke wisa de lê bikim ku parvekirina Zekine Turkeri a samîmî di eslê xwe de deng û rewşa gelek kesan bi deng dikir.

Min ew post jê girt û bi van şîroveyan re parve kir:

" Çend gotin in lê wekî çîroka rewşa bi hezaran mirovan e ku wê hestê dijîn;wexta xwe ji şîroveyên sîyasî bikin qey xirabîyê bi xwe û bi miletê xwe, bi mexdûran dikin û li alî din feraset û karên ku dikarin pir baş bikin jî îhmal dikin û mixabin ew nakokî her ji meriv dikuje!Qasî meriv lê miqate ne ew rewş bêhtir alî fîgûrên qadên sîvîl tê jîyîn û di pêvajoyên sîyasî ên muhîm de bêhtir tê jiyîn ku ew mirov ji ber hesasîyet û dîtina hin rîskan dimînin li arafê. Sîyaset rîskan digire û encam xirab be jî zêde xem naxwe lê fîgûrên din pir diêşin!û carna lê difikirim her çi kar dibe bila be divê meriv xwe li profesyonelîyê bigire, xwe dûrî hestiyariyê bigire û profesyonelîya kar û feraseta meriv çi ferz bike meriv ji wê tawîz nede da ku rê li encamên bi nakokî û bi êş bigire. Bi minasebeta wê postê;hema wisa spontane"

Li pey parvekirina min, Zekine Xanê, ji bo piştrastkirina gotinên min ev bertekî lê kir: "Hemû rast e."

Medya civakî, bi gelemperî qada dîjîtal helbet bi gelek hêlan her li rojevê ye û erênî û neyînîyên qadê wekî rastiyên din ên jiyanê bi başî û nebaşîyên xwe têne îfadekirin. Wexta min ew post xwend carek din lê fikirîm xwendevanî û nivîsîna qada dîjîtal qasî qadên din muhîm e çimkî carinan çîrok, hîkyat, serpêhatî, fikir û dîtinên wisa balkêş û watedar têne parvekirin ku qasî pirtûkekê bi hukum, bi naverok û berfireh in.

Bi kurtî û bi nîyeta gotina dawî, ew post carek din bi bîra me dixe fîgûr an aktorên qada sîvîl û çandî di hin merhele, gav û  encamên geşedanên siyasi de êşê dikişînin. Siyaset rîskan digire û berpirsiyariya wendahî, kêmanî, tawîz û carna têkçûyînan... pir zû ji bîr dike, lê mirovên ji qada sîvîl an jî xwedî hestiyariyên civakî wê êşê li arafê dijîn.

Yorumlar