CÎHAN ROJ
Ev cara duyem e ez postên Omer Dilsoz dikim mijara nivîsên xwe; a pêşî derheq çêkirina peyvan de bû û wekî pêşnîyara li Komxebata Kurdî bû, min pêşnîyarên xwe kiribûn.
Ev nivîs rasterast balê dide gelemperîkirinên di tespîtên wêjeyî de. Omer Dilsoz yek ji wan kesan e di post û nivîsên xwe de bes dilsoz e; hesabên teng nake, bi mexsed tevnagere û wê kêlîyê de çi difikire bi xwendevanên xwe re parve dike. Wekî sekn sekneke xweş û têra xwe însanî û edebî ye. Ev nayê wê wateyê ku hin fikir û dîtinên wî werin tolerekirin an jî dûrî rexneyê werin dîtin.
Posta Omer a wekî "rastiyek pir tehl: Em nizanin tiştên em dinivîsin di çi astê de ne? nagihîjin cihê xwe. Li nav xelk û zimanên din bekav nabin. em hey ji xwe re dibêjin û ji xwe re vedigêrin... ez dibêm qey wek zinanê me edebiyata me jî bêmiraz e... vê dizanim lê dîsa jî dinivîsim..." (15.07.2026)
Mijara ku berhem bigihîjin xwendevanan ku ew di pêşveçûna edebîyatekê de hêmanek bingehîn e, helbet muhîm e. Bila pirsên cuda ên ji vê mijarê têne pê bimînin li dera hanê. Ger tenê rastî û têkiliyên xwendevan û berhemê esas werin girtin û hin tespît werin kirin şaş e. Bi wî awayî carna neheqî jî tê kirin.
Mîsal, wexta hevalê Kafka dest avêt berhemên Kafka, berhemên wî gihaştibûn çiqas kes û welatan?
Ev pirs bes e ku ew dîtin bi tena serê xwe têr nake ku bibe esasê hin tespîtên ne rast.
Divê ez bêjim a ku zêde bû sebeb ez vê nivîsê lê kim bi îfadekirinên wekî "em" re gelemperîkirin e ku li bakur, ji alî gelek kesan ve, bo gelek rewş û halên wêjeya Kurdî tê îfadekirin. Nîyet her çi be jî, bi awayekî, ew îfade dibin sebebê manîpûleyên wisa ku wekî hemî berhemên wêjeyî heman qederê bijîn, di heman halî de bin têne lansekirin. Mîsal, Dilsoz bi wê samîmîyeta xwe karibû derheq berhemdariya xwe de an jî kîjan berhema xwe de wê arîşeyê jiya be derheq wê berhemê de, wê mijarê bianîya rojevê. Bi vî awayî neheqî li wêjeyê û berhemên wêjeyê tê kirin. Rewşeke wisa ye ku nivîskar heye çendî berhemên wî negihiştine xwendevanan, "asta" wê nebûye mijar lê bi tenê berhemeke wî/wê gihaştîye hin xwendevanan û pê re behsa başî û "asta" wê hatîye kirin.
Bi dubareyî, îfadeya "em" gelemperîkirin e, bi problem e; bi wê re hemî berhem wekî hev têne nîşandan, şaş e!(Wekî dubareyeke xirab a qada sîyasetê de ye ketîye wêjeyê; li wir jî îfadeya, "em kurd" wekî sîwana gelek îfade , dîtin û manîpûlekirinên ne rast pirî caran hatîye an jî tê dîtin)
Nivîskar di xwendevaniya xwe de profesyonel û rasyonel be, kêm zêde, hay ji berhema xwe heye.
Tespîta "Wekî zimanê me edebîyata me jî bêmiraz e" bi manîpûlasyonekî hestîyarî re, di heman demê de hem dibe sebeb berhemên serkeftî ên wêjeyê bibin qurbana îfadeyên bi wî awayî hem jî dibe sebeb meriv nivîskarên berhemên neserkeftî mehsûm nîşan bide...
Wêje di nirxandinê de gelemperîkirinê red dike îfadeyên wekî "me" "em", edebîyata kurd, nivîskarên kurd ger mijar berhem û berhemdarî,bin were bi kar anîn rê didin agahiyên şaş jî! Îfadeyên seknên totalîter û "wekhevîkirinek neyînî " ne ku bi awayek tê xwestin, were nîşandan bê her kes di heman halî de ye û ew şaşî û xirabîyeke herî mehsûm e çimkî "vehesîn û nirxên moralî" bo wêje û zimanê Kurdî muhîm in û ew heq dikin alî wan ê serkeftî jî werin dîtin ne hestîayrî û merez bibin sebebê bêmoralî û vehesînên şaş.
Û peyva "astê" têra xwe sûbjektîf e; li gorî çi? Li gorî kê? Bi kîjan hêl an jî taybetiya xwe... Wê kê wê astê kifş bike? Bigihije hemî xwendevanên dunyayê jî ast her wekî peyveke sûbjektîf dimîne.
Ji gotinên samîmî ên Omer em têdigihijin ku ew wekî nivîskarekî ji hin rewş û halan aciz e. Ew acizî pir normal e di wêjeyê de heta bi acizbûnê re, neafirînerî, carna têkçûyîn... Û ew ji van rastiyên wêjeyê haydar e lê dîsa jî meriv însan in û rewşên însanî di wêjeyê de jî her têne jiyîn.
A muhîm ew e ku di wan kêlîyên hestîyar an jî carna neçar de, heya ji meriv tê xwe meriv xwe ji hin tespîtan bikin .
Îfadeya, "vê dizanim lê dîsa dinivîsim" a Dilsoz bila bibe zemîn em vê hevokê lê bikin nexwe hêvî heye lê xuya ye arîşeyên dîtir jî hene, belkî zeman ew zeman e; meriv karibin di wêjeyê de rasterast nivîskariya xwe bikin mijar; bi awayek wêrekî; bi serkeftin, pêşveçûn û xweşyên qelema xwe re li kêmanî, arîşe û sebebên dîtir ên qelema xwe jî mukir werin, miqate bin... Ne wisa be wê xwendevan hin gazin an jî dîtinan wekî hewalekirina arîşeyan şîrove bikin.
Wêje bi ziman re rastiyek e pir xweş e.
Ez, di mesela "mirazê Kurdî" de wekî Omer nafikirim û layîqî dramatîzekirinê nabînim; erê trajedî qewimîne lê eşqên herî mezin trajîk bûne kêman, û bêşensî bi serê wan de hatine lê ew eşqên herî navdar in. Kurdî jî xwedî trajediyan e lê yek ji zimanê herî bi çîrok e! Ez wekî romanûsekî, alî mihteşemî û zengîniya derfetên îfadeyê ve bi dilrihetî dikarim behsa çîrokên jiyana Kurdî bikim!
Yorumlar
Yorum Gönder