CÎHAN ROJ
Wexta bi kar anîna vî zimanî, gramer û rastnivîsîn tê gotin, wekî romanûs û şayîrekî vî zimanî, rasterast peyv, hevok û mehne bo min dertên pêş. Çi di axaftinê de be, çi jî di nivîsînê de be ger wate bi arîşe be, neyê fêhmkirin, form giş deforme û ji hev ketî bin exlebe li ser mantiqê zimanên din de, di karwaniya rasterast wergerandina li Kurdî de ziman ruhîyet û qebîlîyeta xwe di werger û nûçeyan de wenda bike hem trajedî ye hem jî îronî ye ku meriv li hêlekê azadiya ziman bo xwe bike armanc û li hêla din bi destê xwe, xisarê bigihîne reh û ruhîyeta zimên.
Di 20ê tîrmehê de, min li ser Xê derheq nûçeyeke Rudawê de ev post belav kir:
Di 22ê Tîrmehê de Rudawê bo edîtoriya Kurmancî daxuyanî da ku ew derfeta kar pêşkêşê elelqedaran dikin.
Li pey wê daxuyanîyê min ev post belav kir:
"Me rexneyên xwe kiribûn. Îja dora kêfxweşîyê ye; bi hêvîya di qada medyayê de, hesasîyetên derheq ziman de, bi gavên profesyonel ên bi vî awayî zêdetir bin..."
Bi rastî ez kêfxeş bûbûm ku qada medyayê de bi awayek profesyonelî, bi rê û rêçik, bi cidîyeteke modern û profesyonelî edîtoriya Kurmancî muhîm dihat dîtin, xuya bû Rudawê ew mesele wekî karekî ji karên herî muhîm ên qada medyayê girtibû rojeva xwe û gihaştibû wê encameke erênî a profesyonel a derheq Kurmancî de.
Ez ne zimanzanim, lê bo meriv wateyê ji xwe re bike xem ne şert e meriv zimanzan be; mehne, parçên mehneyan û îfade bo zimanekî yek ji şahrehên jiyana wî zimanî ne; dibe ku xalbendî, an jî hin quralên din ên gramerî ve xeletî werin kirin ku di zimanên din de jî nivîskarên bi dehan sal nivîskarî kirine wan xeletiyan dikin û bi edîtoriyê re têne sererastkirin lê wexta alî mehnê ve arîşe derên, ew bo qelema nivîskêr an jî medyageran kêmaniyek muhîm e.
Welhasil, hêviya xwe dubare dikim ku bi gelemperî qada medyayê de (qada weşangeriyê de hin weşanxaneyan edîtorî cidî digirtin, îro ro peyderpey, bi gelemperî muhîm tê dîtin)ew gavên profesyonel berdewam bin; li hêlekê jî gavên wisa nîşana hurmetgirtina li ziman e, nîşana cidîyeta li ziman û jiyana zimên e...


Yorumlar
Yorum Gönder