AHA NABE

 

CÎHAN ROJ




Heya xwe aciz dikî, tişt tunebe tu xwe pê re mijûl bikî, tişta rihet heye; tûncika xwe şeh bike, serîyo tu bi qurbana lingan, ne mêrg, çayîr û çîmenenan bihêle ne jî çîya, gelî deşt û newalan, bifikîne, kilaman bêje û bimeşe...

Dunyayê te ava kir? Na!
Tuyê karibî xirab bikî? Na!
Tuyê karibî xan bikî? Erê!
Here ji xwe re dunyayekê ava bike... li vegerê wê fêda te ji me ra jî çêbe; qenebe di gerê de, çi hatibe serê te tuyê ji me ra bêjî em ê bi hev ra zora zeman bibin...
Aha nabe, tu hem xwe pûç dikî hem jî ji emrê me dixwî heyran!

Yorumlar