CÎHAN ROJ
Not û nîşeya destpêkê:
Her metn, metneke di bin de dihewîne; bi xwendinên hûr û ên di hukmê aqil de, ger metnên binî neyên analîzkirin îhtimal e ku teswîr û şayesandinên alî şiklî ve metnê xweş dikin, me bixapînin ku em xal û encamên metnê ên esas nebînin û werin manîpûlekirin...
Hêza sêhrî, hukmê sêwirîn û retorîkê, di wêjeyê de jî nayê paşguhkirin; qasî xweş be îhtimal e carinan bibe alevek manîpûlekirinê û ew qas jî tirş û tehl be!
Bapîrên me digotin, a soxî, li hin herêman, hin kal û pîrên li bajaran jî digotin, tu li sonîyê binihêre! Xwendina metna binî "a soxî" û "sonîyê" bi me dide xuyakirin...
1. Wextê, bi gelemperî, gotina wêjeya Kurdî bi bîra min tê, pê re gundekî lê erdhejiyaye bi bîra min tê; di bin wêranê de dengên ji kûr de tê,zêmar, bêhna meytan û hewlên ji nû ve avakirinê. Bi gotineke herî sivik rewş ev e. Bi vê tabloyê re em dikarin rê bidin pirsan.
10.01.2008
2. Li hember neynikê bû. Li bendê bû sêrbazek were, ji bo wê, bo sêhrê amade bike, jê re gotinên bi sir û raz bibêje.
Ji not û nîşeyên bo romanan...
3. Kêliyek wisa dijiya, ketibû halê wî kesî ku di çîrçîrokan de rê li xwe wenda dike ku ji nişka ve rê dibîne!
Ji not û nîşeyên bo romanan...
4.Ne, bila berê "al" pey re "ver" be,
û ne jî, bila berê "dan" dû re, "standin" be! Di meselên a heqî, a însanî û a wîjdanî de, pêşî, "al" an jî "dan" nîn e! Bila tirs ne bavê gur be; wexta her kes û her alî wêrekê tirsa xwe be her gavek dibe pirek, her pirek dibe destpêkek...
Yorumlar
Yorum Gönder