NOT Û NÎŞEYÊN LI QESTÎKAYÊ qeyda çarem


CÎHAN ROJ

AGIRÊ BI SIR


 

                                                       2024, Kaniya Mistê Keleş, Înaq, Gimgim                                 

Destnîşankirina heqîqetê, li ser navê edebîyatê, li hemberî desthilatiyan,'meşhûran' wekî agirekî bi sir e ku kes ne xwe lê dike xwedî ne jî nêzîk dibe; temaşevanî ji bo kesên di navbera girse û entelektueliyê de, exlebe di civakên bindest an jî ne azad de, ew sekn e ku bêhtir tê tercîhkirin! Meriv nikare wekî sekn jî bibîne; parastina berjewendiyên şexsî ye, çi min jêtî ye heta bo hin fîgûran fêlbazî ye!

Desthilatî û "meşhûr" (ku wexta rewşeke  bi têl û bi dîwar û bi qefes çêbikin) wekî agirekî bi sir in ku tu kes bi rihetî nikare xwe bide ber wan, nêzikahî li war û sînorên wan bike.

Di gelek civakên bindest an jî di bin desthilatdariyên otorîter de, “navdar”bûn bi şiklekî  dibe mertal an  jî dibe qefes. Heta, ji bo kesên ne bi seknên kûr bin, dibe hêvîyek nedîyar a wextek nedîyar ya berjewendiyan. Wexta li ser hesabê,  gelo wê rojekî berjewendiya wî bigihije min an jî bi xema , gelo meşhûr jî wekî desthilatiyan wê xisarê bide min... bêdengî diqewime, temaşevanî tê jiyîn.

Halbukî meriv li ser navê edebîyatê rastiyê biparêze ew dibe agirê ronahiyê. Ronahî ji bo her qad û fîgûrê berjewendî û heqîqeta herî mezin e. Behsa rewşenbîrî an jî entelektuelîya pir bi rîsk jî nakim; kevirên mezin navêjim; tenê behsa parastina heqîqetên herî mehsûm dikim ku bo wî halî, agirê diçilwile wekî metafor bi kar tînim.

Kesên ku di navbera girse û ronakbîrîyê de disekinin, di wî halê herî mehsûm de, pozîsyona xwe wekî sekna jîr difroşin xwe û lanse dikin. Ji seknên wisa mehsûm ên parastina heqîqetên herî sade û ji rêzê, wê ne kes xisarê bibîne ne jî 'berjewendîyên pêşerojeke bi xeyal a maşhûrbûna kesan' wê bibe xem. Ji bo wê bêdengî û sekna ne rast, rexnekirin şert e çimkî heqîqet tê zanîn lê nayê eşkerekirin.

Di hin serdemên nedîyar, hukmê tarîbûnê bi bandor be, sekna 'ez ê tenê temaşe bikim, ez ne alîgir im' carinan dibe awayê herî rihet ê parastina berjewendiyên şexsî. Ev ne tenê di siyasetê de, di jiyanê de jî wisa ye, edebîyatê de jî wisa ye lê dîsa jî û helbet her kes ne mecbûr e ku bibe şervanê heqîqetê an jî edebîyatê lê ger bêdengî bibe sebeb ratîyên herî jirêzê jî werin manîpûlekirin divê meriv pirsan ji xwe bike.

Kesên ku  tercîha wan tenê şahidiyek bêy gengêşî ye û dûr disekinin jî hene helbet, ev normal e ku  ew bi tenê li pey afirînerî û estetîkê bin. Ya ne normal û bi  pirsgirêk ew e ku fîgûrên bi wî awayî wê pozîsyona xwe   wekî pozîsyoneke exlaqî ya bilind bifroşe. Ger nekeve kemînek wisa helbet wê wekî tercîhek sade jî ciyê xwe bibîne.

Edebiyat dema ku rastiyê dibêje, divê nebe “xweşî” an jî “estetîka vala”. Gerek   nebe alavek rasterast a siyaseta rojane an jî mexsedên dema kûr a  xeyalî jî; dema kûr a bi xeyal bi gav û kiryarên roja îro şikil digirin.

Divê neyê jibîrkirin ku fêlbazî carinan bi kincê  'xwezayî', 'objektîvîte' an jî 'estetîzm'ê bejna xwe dixemilîne. Her çi be ger neheqî hebe, tu qasî taqeta xwe cî nedî xwe tu jî fîgûrek ji wê neheqîyê yî!

Bi kurtî edebiyat, ziman û çand warên herî mehsûm in. Ger di wan waran de jî lîstik, manîpulasyon û fenûfût bên kirin, wê demê qada herî paqij jî tê gemarkirin û bêlezetî çêdibin.


Yorumlar