Beriya du salan, di sohbeteke edebî de, bi awayek spontane,
li ser qalibgotina, "ez tenê me"; min got, tu ne tênê yî, çimkî tu wêjevan î. Pey
re , bo sohbet kûr bibe, sohbetê têxim şiklê kêlîyên semîner an jî panelekê, min berdewam kir:
Tenêtî û tenêmayîn du
rastî û du îfadeyên cuda ne. Tenêtî tercîh e ku pê re azadîyê, afirînerîyê û sêwirîniyê tîne hişê miorv. Tenêmayîn ji şertên derî mirov
têne pê. Herdu hal çîrokên cuda tînin hişê meriv; çîrokên tenêtî û tenêmayînê ji hev cuda ne û heta dijberî hev in; tenêtî îtiraza li hemberî tenêmayînê ye, hewl û gera jîyaneke cuda ye, avakirina cîhanek din a li hemberî jiyana rastîn e ku meriv tê de her tiştî li gorî sekn, xeyal û dîtinên xwe saz dike, ava dike. Tenêmayîn, hinekî jî êş e, neçarî ye, neafirînerî ye. Ji ber wan taybetiyên tenêtiyê ye ku huner, edebîyat ew qas zêde tenêtiyê, wekî mijar û têma tîne rojevê. Tenêtiya bi tercîhyek ji esasê afirîneriyê jî tê dîtin, ew jî nîşan dide ku mirov wexta bi tercîh tenêtiyê bibijêre, bi vîn û azadiya xwe, bi halê serbest in, hilberîna fikrî, xeyalî zêdetir dibe... Û min qasî
nîvsaetê di mijarê de fikir û gotinên xwe îfade kiribûn, mînak ji jiyana xwe
dabûn ku bê tenêtiya bi tercîh bo min çiqas muhîm e û li edebîyata min çawa zêde
kirîye.
Gulan,2026
1.Pir kêm be jî rexnekariyek profesyonel di karwaniyê de ye, a ku em bikin, îfadekirinek pirdeng a fîgûrên qada edebîyatê ye ku rexne, îtiraz, pêşniyar bikevin nivîsê, bo vê pisporî û profesyonelî ne şert e!
"Ez rebena Xwedê bûme çûçika çolê, li serê rê û dirba me."
Xêrya, Şakiro.2026
2. Jê haydar im, romanûsek an jî şayîrek wexta bi rexneyên muhîm ên li cî bin, bi îtiraz bin, seknên dûrî edebîyatê ên fîgûrên qada edebî rexne bikin, wê xezeba gelek "fîgûr" an bikşîne ser xwe lê ne xem e; meriv di hişê xwe, wîjdanê xwe û dilê xwe de azad be ew jî serbilindî ye...
2026
Wêne: 2023
3. Di edebîyatê de lawaz e, ji bo ku balê bikişîne tiştên provokatîf dinivîsîne, bi awayek çavsor her tiştî bikartîne, dû re, wan kiryaran (wekî ew dûrî wan kiryaran be) rexne dike ji bo ku xwe wekî "pispor" an "moralîst" nîşan bide!
Hîpokrîzî, nakokiya hiş, durûtî,narsîzm,fersendperestî, nîşana erênî ya sexte, moralîzma sexte...bi wî halî re têne bîrxistin
Xwendevanên hûr nexwînin û bêpirs bi tevî hin"zana" heta "pispor"ên têkiliyên xwe esas digirin û tevî kesên nêzî wê seknê, bi awayek, wan kesan desteg dikin û dibin şîrîgê seknên dijzanistî!Hişê çêkirî: "Hipokriz ew rewş e ku mirov tiştekî ku bi rastî bawer nake, wekî ku bawer dike nîşan dide.
Du rû ne: Li pêşberî hinekan xwe wekî "baş", "exlaqî" an "rast" nîşan dide, lê bi awayek veşartî berevajî dike.
Sextekarî ya exlaqî ye."2026
4.Destpêk pir muhîm in; îro, ji dilê min tê, vê hevoka zelal û safî lê kim:
Wekî qada edebîyatê, di qadên dîtir de jî, peyva hêvî reng digire, şax diavêje!
Bi yekitî, wekî kirde, di nav cîhanê de cîyê xwe dîtin... Destpêkek nû û hêviya ji gelek hêvîyên bêy şer!13.02.2026
5. Aforîzmaya xwe ya bo Roja Zimanê Zikmakî, ji îro de lê kim:
HÊVÎ Û ÎNSAN, ZIMAN Û JÎYAN...2026
6. Peyva "dinyalig/k" li Serhedê, exlebe di edebîyata Kavkasê de pir tê bikaranîn.
"Di t'arîxa e'debiyata diniyalîkê da..."(Keremê Anqosî)
"Tu li halê min û vê dinyaligê binihêre!"
"Dinyalig e, tu çi bê tê de heye."
"Te li vê dinyaligê cîyek ji xwe re nedît, rebeno!"2026
7. Kerrbûn û lalmayîna li hemberî hin gav, deng û meşên cuda jî helbet mehna xwe heye!
A muhîm israr e!2026
8. Min di nivîs û şîyîrên xwe de, wekî metafor, "çîyayên ji qeşayê" nivîsî bû, wekî alyê tarjîk jî "helîna" wan çîyayan lêkiribû!
Heke meriv ji hin sebeb û qonaxan, edebîyatê de bûbin çiyayê ji berf an jî qeşayê, gerek meriv zanibe demsal tê, helîn dest pê dike!2026
9. "Dolab behs e, teşî reqs e, nexş hewes e."
Xwe dispêrim wê gotina pêşîyan û wisa dinivîsînim:
Gotina xwe bêje,
govenda xwe bigerîne,
xeyalên xwe, bi hewes, bixemilîne...2026
10. Pêşnîyar dikim festîvalek bi navê Bihara Şîyîr û Şayîran di edebîyata me de jî were lidarxistin ku meha Adarê alî gelek hêlan ve bo şîyîrê jî watedar e; vejîna xwezayê, bîranîn, Newroz... Ji lewre Bihara Şîyîr û Şayîran wê festîvalek balkêş be!
" Di 9-31 Adara 2026an de,li Fransayê festîvala "Bihara Şayîran" a 28emîn tê lidarxistin. Têma: "Azadî. Hêzeke candar a serbest hatî berdan"
Mebest berbelavkirina xwendin,performans, atolye û guftogoyan e û hezkirina şîyîrê li cem gel zêde bibe.2026
11. 'Her kes xwedî çîrokekê ye', amenna, lê a muhîmtir kî, bi çi dil û hişî, kîjan çîrokê, çawa û çiqas disêwirîne; her kes qasî çîroka ku disêwire û diafirîne nav digire, dikeve bîranînan, terîfa xwe lêxe û helbet ne mimkun e her kes karibe her çîrokê bisêwire û biafirîne...
2026
12. Sala îsal;
Hew projeya nivîsîna bîranînan ma li pêşîya min ku min amadehî kiribûn hê alî şêwaz û şiklî ve qerar nedaye, li pey qerarê, wê rêwitiya nivîsîna wê dest pê bike...
Nav kifş e: BA Û BÎR
Kelecanî, mereq, xem, hêvî, tevlîhevî û rêwitiyeke bi tenê a li cîhanekê.
Romana DEHLÎZ bi çapa nû tê.
"Edebîyata Modern A Kurdî" bo çapa nû, bi navê
" li ser rêya modernîzebûnê EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ" wê biçe çapê ku ji nû ve lê xebitîm, min ew hinekî safî kir, nivîsên nû lê zêdekirin...
Bi spasî, par û destega Weşanên Peywendê bibîr tînim.
5.04.2026
13. Meriv bi hiş, dil û ruhê xwe biafirîne meriv hakim û xwedîyê heqîqî yê wê afirîneriyê ye û wê wextê, çi pirs werin ne xem e; meriv bi hûrgulî û bi sekn û dîtinên jixwe bawer dikare bersivên net bide û meriv bi wan bersivên net û têr re kelecan û serbilindiya xweş ya edebî dijî...
2026
14. Di berhemên honakî de(roman,şîyîr, çîrok...)gotin û şîroveyên afirîner ne yên we bin(we tenê bi midaxeleyên piçûk bikaranîbe) wê kesin haydar û jîr pirsan ji we bikin û hûn ê hew biminminin, nikaribin wan îfadeyên felsefîk şîrove bikin û hew virde û wêde bibin û bînin, mixabin!
2026
15. Ji nav şîroveyên rexneyî ên derheq şîyîra Mehmet Emin Yurdakul de:
“Şîyîrên wî bi gelemperî,yekdûze, bêaheng û bi hewaya giran ya xîtabetê ne. Şîyîrên wî her ku bi coş bin jî negihiştine yekparetiya estetîkî, li navendê xîtabet heye; li ser hêla nutq û retorîkê rawestîya ye.
Zimanê wî wekî ‘zimanê gel ê çêkirî’ tê pênasekirin... Ne xwedî jêhatiyeke şayîrîyê a baş e.”
Di xwendinên edebî de, carna, ji edebîyatên din tespît, rexne, şîrove bala meriv dikşînin ku eleqeya wan rewş û pêvajoyan, bi awayek, bi edebîyata me re jî tê dîtin!
2026
16. Tu bibêjî bila huner û hunermend azad be û wexta mirovin objektîf tevbigerin, li ser heqîqetê fikrê xwe bêjin, tu rabî bêjî, "orta yolcu" û li wan ferz bikî bê, an alîgirê me be, an jî aligirê dijberê me be, aha, wê wextê, navbera te û 'dijberê te" de, alî esasî ve, ferq nîn e!
2026
18. Hûn kurd bin;
lêkolîn û gotarên zanistî ne tê de,
hûn xwendevanek dilsoz bin, xwendina we hûr û hûr be;
ji rewş,ceribîn û ji bertekiyên xwendina xwe,
hûn dikarin royê gotareke şîroveyî binivîsînin!
Her kes li ser guhê xwe radikeve; xew û xewna her kesî qasî xeyal û hêviyên wan e!
2026
19. "rastiyek" we qasî "kêmaniyek" dijberê we avê şîlo bike, arîşeyên muhîm mijar in û li wir, huner dibe çem, rê nade tu şîlobûnê... Li ser vê bawerî, dîtin û nêzikahiyê, min da hiş û sekna xwe, bi serbestbûna ji derî "aliyan" gotinên xwe binivîsim!
2026
20. Manîpûlekirin, xumamkirin û rêlibergirtina azadiya kirdebûna vegêranê, ne tenê di qadên gewr ên nîjadperestiyê de mijar e!
Sebeb û awa cuda bin jî, di nav kurdan de jî, arîşeya anonîmkirina afirînerî û fikrên kesan tê dîtin! Hêjayê mijara dosyan e!
Yorumlar
Yorum Gönder