CÎHAN ROJ
Pîcasso
çiya bûbû bûkek bi laçik
berf ji hewran de mîna xêlyek dor birêşî,
li dangiyan dafik di reşêkan de veşarî bûn
kevok bi hêviya qût dadihatin
hin jê wextê difiriyan dafik li lingên wan dişidiya
hin jê jî bi stuyê xwe diketin dafikê
kesî nedizanî nêçîrvan kêfa xwe a çi dikir
goştê kevokê li ser arê tixarê dihate pijandin;
qasî bikeve nav lûra du loq nan "goşt" û ew jî nîvî jê hestî
mesele ne xwarin e digotin hinan jê;
me tehma devê xwe xweş kir,
û dora gotinê diha tnêçîrvan, digot
ez ê di şevên zivistanê de, qala defikdarî û nêçîrvaniya
xwe bikim....
Kovara Nivîs, hej. 12, 2002
Yorumlar
Yorum Gönder