BO ŞÎYÎRYARAN

 CÎHAN ROJ

MÎNANÎ BILQÎNÊN JI BÊRÎYA TE





Ev li min e 
kerba dilê te
 
bi tevî çend gotinên te yên esirkî...
çi ma li pênûsê
 
wek gîsnê bi nîrê li ser stuyê min ziravbûyî
 
ku sayî be bi awaza dengbêjan re
 
û li dû gurmîna hewran be
li bin kevirek bi nîşan
 
ji gotinên niha li ser zimanê te digerin
 
bêhnên kûr de xeman sar bikim
 
heya tov li nermiya te bişkivî...

Kovara Nivîs.2001

Nîşe: Min peyva helbestyar her bi kar dianî. Her ku peyva şîyîrê bi akr bînim ez ê hewl bididm peyva şîyîryar bi kar bînim...

Yorumlar