CÎHAN ROJ
1
ji bo tov şil bin tên ew
nîşeyên dîrokî dest li pêsîra agirê reş
çem û kanî der bûne
li agir gul tê çandin, reng lê geş
sal sala îsal
havînê sîda
dil li wan rez e
xezal lê dibeze
dest erda xalî, dil tê de rêwî
rê lê dikişe, dibeze hêvî
erda tê çinîn
geş dibe li jînê...
2
ken daliqî
gotin nefta li pêşa ar bi bask
xew ji biharên Gimgimê hêşîntir
hêvî wek Amûdê, bi pênûsên azev, di dilê min de şax veda
3
ku pêşa çiya daweşe
wê çend gotin jê birijin
wek ava ji zinaran de, rê li xwe kûr bike
her gotinek demsalek ji laçika dayika min a zirav
ji tovek şil zîstantir
Ev helbest di Kovara Nivîs, hej.10 2002 an d ehatîye weşandin.
Nîşe: Wê wetê min navnîşana rcihan@nefel.com bi kar naîye.
Yorumlar
Yorum Gönder