|
Gimgim, gundê Înaq
Piliyên berfê li hewrê baranê rûniştine
hewr li birînek germ bela dibin
wextê wek gula navbera berbang û taştê seridî, dide roj
beden lê wek bedenek xav ku ber bi dayika xwe ve hilbipeke
ku serî ber bi axê ve mêl dide xwe
dil lê dibe dilopek xwêdana sar diherike telşên axa gerdenzer
( di navbera min û hestê min de xwîn diherike/şer bi pencik û didanan
didome) li milê rastê nihêrîn li dengê Mem e
ji milê çepê de, Zîn axa evîna xwe bi ava Qestelê dipêçe
xwêdana ji piştê de diherike, kevir nerm dike
lê bes
pênûs bûkek feodal e;
di nav tiliyên min de hew bi pistepist e...
helbesta ku ji tayên hevrîşîmî, li kevir û daran şax biavêje...
|
|
Yorumlar
Yorum Gönder