CÎHAN ROJ
Çivîkên welatê min
çivîkên welatê min, çav lê reş in wek zeytûnên Dêrikê
bi sorani diaxivin hin jê, ziman lê nerm û şîrîn,
hin jê bi Zazakî, sivik li hev sar dikin, diherike wekî çavkaniyên derbiharan...
Kurmancî ye zaravayek din di dev de li heh dilefe
Jan, Bêrîvan, Belqîs, Xaço, Meryem, Husên, Arya, Medya...
Gola çîrokan
keçikek ji bo agir serî dabû riya dûr û dirêj di çîrokekê de
ji bo ku dîz çêbike ji heft bira re
li çiyayek dû ziraaav hildibû
xwe gihand çiyayê dûr û bilind
li dor agir hebû heft xwişk wek kevokên bê bask
agir, şeh û sabûn dane wê
pê r eşîrtet lê kirine:
"diya me dêwek heft seri ye ku were ewê bêhna te hilbigire û bi du te bikeve,
ku nêzikahî li te kir tu sabûnê biavêje wê sabûn bibe derya û qeşa...
tuyê pir hindik herî, dîsa nêzikahî li te kir
tu şeh biavêje ewê bibe dar û daristan..."
dêw ji xwînê hez dikin,
pey re
herûher, dê tê, keçik tiliya xe a qîçik di qula derî re dirêj dike dêw bi xwîn awê dimije
heya ku heft bira hay jê çê dibin
heya ku heft bira bi hev redikevin şêr û mişawirê
heya ku heft bira pîlana xwe çê dikin
dêw dikujin
heft bira heft keçên dêw ên delal
û xwişka xwe bi hev re dijîn li çîyayên îp û îpsiz...
Gotin
gotin heya heft ro û heft şevan însan bi du xwe dixe
du dunya hene
yek "dunya tarî" a dî "dunya ronî"
rê heye, li ber lingan wek xalî û xalîçe
rê heye ,bi kelem û devî
ziman heye ,li însan kaniya şerbetê
ziman heye ,tingîna tenekeya jengarî
zarok ji pêsîrên yezdanan
de diherikin
bi rengê çîrokên şerbetî
zarok helbest in
peyv tê de wek hêlkan
zarok tevgerên dest û lepan yên bi lîsk in;
li jiyana pez û giya
berx û gur
şêr û rûvî
Ê me
ê me welatek heye
tê de evînên ne vemirî
hêviyên zîstan
ê me pirtûkek heye
pênûs li rûpelan gur î har
ê me tîrêj hene
di şevên Avrêlê de
çavên karîxezalan ronî dike
Gazind
birawo meçe dûriyan
bê heval mam li ber û beriyan
çi silavên li me germ tên
hêstir sar in li xort û xortzeriyan
bihar tê ye bi hawarî
hezar rengî tîn da li vî warî
Zivistan
Serhed warê berfê
şevin sayî sayî çîk zelal bûn
kurşe textikên keştiyan
pozê seyan di bin boçkê de
zûrezûra guran
çîrok sebir û hewiniya dil bûn
çîrok û çîrçîrok
geh bi dost bûn geh bi dijmin...
Yorumlar
Yorum Gönder