VALAHIYÊN MEHNÊ ÊN DI RABÊJ Û ÎFADEYAN DE

 CÎHAN ROJ



Pêvajoya modernîzebûna zimanê Kurdî berdewam e. Di qada edebiyatê de ev pêvajo gelek pêş ketiye, lê di hin qadên zanistî û siyasî de hîn di asteke destpêkê de ye ku bi karûbarên hêja mdernîzebûn berdewam e.Kurdên Bakur, bi awayekî xwezayî, gelek têgeh, îfade û rabêjan rasterast ji Tirkî derbasî nav Kurdî û fikrên xwe dikin, nivîsên xwe bi vî şêweyî saz dikin. Di nivîsên kesên ku bi Kurdî baş dizanin û bi kar tînin de, ev yek zêdetir bala mirov dikişîne. Kesên ku bi Kurdî kêm dizanin an jî qet nizanin, dema van îfadeyan bi kar tînin, tu valahiyê nabînin. Lê kesên ku bi awayekî profesyonel Kurdî bi kar tînin, di hin têgeh û rabêjan de valahiyên cidî di mehnê de dibînin û hîs dikin.Ev ne tenê pirsgirêka wergerê ye, pirsgirêka ramana serbixwe ye jî. Gava em her tiştî di ser Tirkî re derbas dikin, em ne tenê zimanê xwe lawaz dikin, di heman demê de şêwaza fikirîna xwe jî bi awayekî bêîrade di bin bandora zimanên din de dihêlin.Di vê nivîsê de ez balê didim ser du mînakên ku dema dixwînim valahiyên mezin di mehnê de dibînim:1. “Pozitif ayrımcılık”
Ji bo vê têgehê “destega pozîtîf” an “desgeka erênî” îfadeyeke bi kêr e, lê dîsa jî ne temam e. Ev têgeh di bingeh de armanca telafîkirina neheqiyên berê bi muameleyeke erênî ya taybet vedibêje. Divê em li ser vê valahiyê bisekinin û îfadeyeke xurtir û Kurdîtir peyda bikin; destega kêrhatinê, destega pozîtîf...
2. “Ana akım Kürt siyaseti”
Ev îfade bi awayekî eşkere ji “ana akım medya”yê hatiye hilanîn. “Akım” di Tirkî de hem ji bo hereket û cereyanan, hem jî ji bo merheleyên fikrî û edebî tê bikaranîn. Lê di warê siyaseta Kurd de bikaranîna wê bi problem e.
Dema “Ana akım Kürt siyaseti” tê gotin, qest tenê siyaseta Bakur a li pêş e. Ev hem bi xwezaya têgehê re bi nakokî ye, hem jî siyaseta Kurd bi giştî dixe nav çarçoveya Bakur. Di heman demê de ev îfade “navendperestiya” dewletê dide pêş, ku di fikra neteweyî ya Kurd de ne pêwîst e.Di Kurdî de îfadeya “siyaseta li pêş” dikare bi kêr bê: Siyaseta li pêş a Bakur, Siyaseta li pêş a Başûr û hwd.Ger em li hûrguliyên mehneyî hesas nebin, em hem zorê li zimanê xwe dikin, hem jî ziman ji zengîniya xwe ya xwezayî dixwin. Ev jî di demdirêj de lawazî û bêderfetiyeke fikrî çêdike.Di romanûsiyê de, di şîyîrî de ji ceribîn û şahidiyên xwe jê haydar im vê valahî û hûrguliyên wisa çawa xisarê didin afirîneriyê, çawa zdi zimên d edibin sebebê tevlîheviyê .Encam
Van valahiyên mehnê nîşan didin ku modernîzebûna Kurdî ne tenê mijareke zimanî ye, di heman demê de mijareke ramana serbixwe û azadiya epistemîk e jî. Divê em di warê term û rabêjên zanistî û siyasî de baldar bin û li şûna wergerên mekanîkî, îfadeyên xwezayî û kûr ên Kurdî ava bikin.
Ev xebat ne tenê ji bo ziman e, ji bo azadiya hişmendiya me ye jî.

Yorumlar