BI ŞEWLA XWE HÎV E, BI TEHMA XWE MEY*

 CÎHAN ROJ



Yek sekinîye nivîsa li kaxiza li ber baranê dixwîne, yek radihêje kaxiza ji nav herîyê dertîne,

yeka din pel kirîye kaxiz, dil kirîye kaxiz, kevir û dar, şev û çivîka spî jê re bûne kaxiz; nivîsa  wê ref girêdaye; 
ji kilaman de tên, ji eşq û evînê de tên, ji nihêrînên dayikekê tên, ji çîrokên welatekî çar parî tên, tên û li şefeqan 
her yek jê bi pencikekî royê re kaxizekê diteyîsîne!
Halê dilê min e gêjgerînek e; li şevê ye, li şefeqê ye, li êvarên gewez, zinarên bi dar, bêy sond û qesem 
li benda kaxizek bi reşbelek e, kaxiz ji xewa şîrîn a perîyekê hatî ye, perîya dilê wê heman peyv û gotinan e, 
her gotin li wir bi ruh û can dibe, ji wir bi firê dikeve, tê û dilê meriv bi name û bi şîyîr dike.

1

Tu li ku bî 
Li kîjan zemanî bî 
Eşq li wir hêşîn, şên e

2

tu şîyîrek î
bi şewl hîv bi tehm mey 
bi deng û newaya xwe stranek şevên payîzê yî
belav dibî li her gelî, newal çîya û baniyan 
tê heya kezeba min

 3

destan herikîn
saw neman
sêhr betal bûn
xewn çûn ava
tu mayî li şîyîrekê

* Ji pirtûka şîyîrê a bi navê ASÊ

Yorumlar