ZIMANÊ "HEWARIYÊ" HAWARA ROMANA KURD E

 CÎHAN ROJ

Zanîngeha Wanê(Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi) 4. Panelên Kurdîyatê lidardixe. Têmaya îsal"Edebîyata Kurdî Li Kavkazê" ye. Çalakî bi hevkariya Enstîtuya Zimanên Dijîn û Enstîtuya Ehmedê Xanî tê lidarxistin.



Hêvîdar im Hewariya Heciyê Cindî, bi zimanê xwe yê balkêş, bêhtir were rojevê û her bibe mijara gengêşî û analîzan da ku were dîtin bê zimanekî çawa pêşkêşî romana Kurdî kirîye;dubare bikim, naverok tiştek din e lê zimanê Hewariyê wekî ku hatibe hawara romana kurd!

Hêja ye bi edebîyata li Kavkazê re, rewşa edebîyata bakur a li Serhedê jî(Kurmancî û Zazakî) jî bi hin taybetiyên xwe ên ji gelek sebeban, werin rojevê, berawirdkirin biqewimin çimkî bi wî awayî herêma Serhedê wê bi gelek taybetiyên edebîyata devkî re, ê karibe bêhtir li edebîyata kurd a modern zêde bike, edebîyata sêwirînî a nivîskî, li wir jî bêhtir reh bigire, şax vede. Hê jî meriv nikare bi rihetî bêje, li bakur, zaravayê Serhedê derfetên folklorê, ên erdnîgarî, dîrokî... di edebîyata modern de baş nirxandibe!

Îcab nake meriv bi bîr bixe bê ev balkişandin, bi gotinên jirêzê ên wekî "herêmparêzî" werin manîpûlekirin; wexta dîroka edebîyata li Kavkazê bibe mijar, wê bi pranî û bi giranî, alyê edebîyata devkî, erdnîgarî, dîrokî ve wê hûrguliyên xweser bibin mijar.

Dîsa hêvîdar im, taybetî û miheteşemîya Kurmancîya ku kurdên Êzidî bikartînin balê bikşîne, bibe mijara çalakî û xebatên akademîk.

Ez ê li vir bi bîrbixim û wê pêşnîyara xwe dîsa bînim rojevê; divê di edebîyata modern de Kurmancîya di berhemên edebîyata devkî a Êzdiyan de mînak were girtin, di standartkirinê de esas be, bi wî awayî, ê resenî, estetîk û miheteşemiya bikaranîna Kurmancî bête dîtin û jîyin, wê wextê wê, edebîyata kurd, alî ziman ve, ê ji gelek hêlan ve balê bikşîne, li ser rêya xwe bi henaseyên xweş li candariya xwe zêde bike.

Yorumlar