MİN ÎRO DU PEYV ÇÊKIRIN; ZÊDEZOR(AŞIRI) Û SERVADER(AŞKIN)

 CÎHAN ROJ

Min îro nivîsekê dinivîsî. Hewcedarî bi îfadeya "aşiri yorum" a bi Tirkî hebû. Lêgeriyam min Kurdiya wê nedît. Beriya niha jî carna neçar mam min ew îfade wekî "şîroveya zêde" yan jî "şîroveya fîşalî" bikaranî ku ew îfade rasterast wê mehnê nadin der. 

Îro, min ji peyvên "zor" û "zêde"yê peyva ,    "ZORZÊDE"çêkir, li gorî min bo îfadeya "aşiri"yê li cî ye.Di Kurdî de îfadeyên wekî, "Zor baş e.", "Zor sipas." ... hene. Ziman bi rihetî dikare hezim bike.

Derî wê peyvê têgeha "aşkin" jî hewcedarî pê heye.(Ger hebe cî dîtibe, ji ber ku min bi dest nexist bila ew kêmaniya min be, tevî wê jî bila ev wekî pêşniyarek bimîne.)

Biwêj/qaliba "derêdunyayê" li Gimgimê tê bikaranîn.

"Ê te êdî ji dunyayê der e."

 "A te kiriye derê dunyayê ye."


Dîsa, "servaçûyîn" Kurdî de  tê bikaranîn:

"Şîr serva çû."

Derketina derê dunyayê û servaçûyîn karin alîkariya peyvek watedar bikin. Ji "derketina derê dunyayê", DER, û ji "servaçûyînê" SER digirim û bo peyva "aşkin" peyva     SERVADER çêdikim û pêşnîyar dikim!


ZÊDEZOR: Aşırı

ZÊDEZORÎ:Aşırıcılık


SERVADER: Aşkın

SERVADERÎ: Aşkıncilik

SERVADÊR: Aşkın düşünen..

Şiroveya zorzêde: Aşiri yorum...

Nîşe: Min ji AL pirsî. Al bo peyva "aşkin" SERHÊL pêşnîyar kir. Ew jî balkêş e û siviktir e!

   15.02.2026






Yorumlar