CİHAN ROJ
peyv dibin cîwarên xalî ên bê dar û zar
li ber serê goristanan çîrokên gulan têne xwendin
Jan û êş tenê ne li dilê şayîr didin
jiyan, bi bêdengiyek herî bi hawar, peyvên xwe şîyar dike
her kes û dilê xwe, her kes û peyvên xwe
û
hê jî
li van deran
li ser navê Xwedê
ji her dîn, her ziman û her baweriyê
qûlên Xwedê têne qetilkirin
bi qîrewîr
bi rîtûelên beriya bi hezar salan...
kul û jehr
gul û jehr

Yorumlar
Yorum Gönder