Cîhan Roj
Vê havînê bû, hê
Kevirên çemê biber
çîrokbêj bûn
Moriyan li ser dîwarên koçberan
di dev wan de hûrikên nanê sêlê
rê didan xwe
xew li min kartî dibûn
havîna çûyî bû
min "mala xwedê"
wekî pêjgîra evîndarî
bi bisteyeke çavê xwe ve girê da
diya min bi "oxira Xizir"
awir vedida ber bi çiyayê bêserî ve...
*Ji RATÎKA, pirtûka min ayekem bû...
Yorumlar
Yorum Gönder