|
Berfo BARÎ - AMED
Nivîskarê
kurd Cîhan Roj derbarê nivîskariya xwe û têkiliyên nivîskar, wêje û
xwendevanan de nêrînên xwe bi me re parve kir. Roj anî ziman ku divêm
xwendewanê kurd divê ew qas bi însiyatîf be û wiha got: “Bibêje ez li dû
xeyalekî me, ma kesên têdikoşin ne li dû jiyanekê ne, ne li dû xeyalekê ne,
ha wê çaxê em ji nivîskarên xwe re bivêjin xeyalên te çine?”
Nivîskar Cîhan Roj ku heta niha pirtûkên wî yên helbest, çîrok û roman hatine
weşandin. Pirtûka Cîhan roj a helbestvan ya bi navê ‘Ratîka’ û ‘Aqil Diçe
Sevda Dimîne’ û çîrokên wî yên bi navê ‘Meyman’, ‘Deriyê Çîrokê’ û Roj herî
dawî jî bi navê ‘Gîtara Bê Têl’ gihand destê xwendavanên kurd.
‘DU HEB DILÊ MIN HEBÛ’
Roj, bi helbestvaniyê dest bi karê wêjeyê kir û wiha behsa
nivîsandina helbest, roman û çîrokan kir: “Bivê nevê bi helbestê min dest pê
kir. Du sedemê wê hene: Yek bi helbestê hay ji tehma ziman çêdibe, du carnan
bi qêrînî carnan ji bi rastî bi ewayê helbestvanan der dibe û ser dilê te
sivik dibe. Li gor min du heb dilê min hebû yek jê hişk bû mîna kevirekî yek
jî gelek sivik û nazik. Ji bo dilê xwe yê hişk bikujim helbestê gelek
alîkariya min kir û tehma ziman da min. Lê dîsa hinek tişt man di dilê min
de, tiştên ku min nikaribû bi helbestê der bikirina ew jî bo sedem ku ez bi
çîrokê re jî mijûl bûm û herî dawî roman.”
WÊJEYA XWEZAYÎ
Cîhan Roj anî ziman ku li ser erdnîgariya Kurdistanê her mirovek bi awayekî
xwezayî bi helbestvaniyê re mijûl dibe û der barê mijarê ev tişt gotin: “Di
jiyanê de tiştên ku bi me re mane tiştên ku em jiyan e, tiştên ku bi me re
mabû, li ser dilê bê bersîv dimîne wextê ku li ser dilê însan dimînin kom
dibin bi ewayekî tê asta wanê ku însan li du digere gelo ez ê çawa tiştên di
dilê xwe de der bikim. Tu li rêyekê digerî li çareyekê digerî ez karim
bivêjim em kurd bêtir bi esman re diaxifin, bi kevir re diaxifin bi avan re
diaxifin û em bi xwe re diaxifin lê piştî ku hevnasîna min a bi edebiyatê re
çêbû cîhanek din deriyê xwe ji min re vekir. Wekî ku bivêje keremke bi tiştê
din re ne axife bi min re biaxife bi saya edebiyatê hem tiştên di hundurê xwe
de biherikîne û hem jî biaxife.”
MEZOPOTAMYA Û WÊJE
Roj bilêvkir ku edebiyata kurdan ji gelek konaxan bêpar maye
divê bi vî çavî lê binerin tevî ku jê bêpar maye jî hemî konaxa leztîrîn demê
de dersan jê derxîne karibe şîrove bike.
Niviskarê kurd Cîhan Roj wiha axivî: “Ez pir meraq dikim em çawa li
Mezopotamyayê dinerin muhîm e em ê bivêjin edebiyata kurd yan em ê jiyana
mezopotamyayî hem bi awayekî klasîk hem bi awayê modern em ê karibin ji xwe
re bikin xem ez divêm xwezî rojekê edebiyatvanên me edebiyateke mezopotamyayî
pêşkêşî edebiyata cîhanê bikin.”
XWENDEVAN ZORÊ DIDIN
Cîhan Roj diyar kir ku xwendevan hêdî hêdî zorê didin niviskaran pirsên wan
hene, pirsên xwe dikin û Roj wiha pê de çû: “Ez divêm xwendewanê kurd divê ew
qas bi însiyatîf be bivêje ez li dû xeyalekî me, ma kesên têdikoşin ne li dû
jiyanekê ne, ne li dû xeyalekê ne, ha wê çaxê em ji nivîskarên xwe re bivêjin
xeyalên te çine? Tu jiyanek çawa hêvî dikî?”
Roj da zanîn ku di wêjeyê de rexnegerî û wergervanî her du bi qasî
nivîsandinê zahmet in, heta ji nivîsandinê wêdetir zor in karên muhîm in ji
ber ku hem rexneger hem jî wergervan ji nû de berhemê diafirîne ew tekst ew
metîn dibe sedem ku kesên wergerê dikin û kesên rexneyê dikin divê bibin
sedem berhemek nû derkeve yanî rastiya wergerê û rexnegeriyê ev tiştên çend
rexneger û wergervanên kurd hene.
CIVAK Û WÊJE
Roj bilêvkir ku divê kurd li rastiyên edebiyatê û li rastiya civakê binerin û
Roj ji bo têkiliya civak û nivîskaran ev tişt gotin: “Civak bi çavekî din li
nivîskarê xwe dinere xwe ji wê tesîrê rizgar nekir, yanî di bin tesîra civakê
de ma xwezî di bin wê tesîrê de nema. Niha ku tu azad nebî bi hişê xwe û bi
dilê xwe tê çiqasî karibe li pêş civakê biçî, ji ber ku em însanê wanê ne romantîzmek
gelek mezin êşên me jiyana ku we bes kir ev tev rastiye li vêderê dû rê tên
pêşiya me, ya hûnê dil tengtî bikin bi romantîzmê kî avî romantîzîm ne tiştek
ewqas xirab e romantîzm tiştek xweş e. Lê ji wê saetê şûn de îhtîmalek ku
romantîzma me bifetisîn e ji bo vî jiyanek honak hêdî hêdî xwe dide dera din
ji rastiya edebiyata me hê em behsa deh salan dikin. “
SEDEMA NIVÎSANDINÊ
Roj derbarê têkiliya xwe ya wêjeyê û sedema nivîsandinê wiha vegot: “Ez
dixwazim vî tiştî bivêjim kesekî kurd ku berhema min xwend û rabû li heyvê
yan jî li rojê nerî ya na kulîlkek yan jî bîhna qehweyê û li jiyanê bizivire
û wê rojê bi tenê bifikire bivêje ez îro xisarê nedim kevirekî nedim
kulîlkekê yan nedim însanekî hez û hîs ji me kurdan re gelek zêdeye hîs
tiştekî bi rûmet e, dibe hinek kes bivêjin tiştên mîstîk in le ez ji tiştên
mîstîk gelek hez dikim. Hinek tiştên mîstîk hene ez nadim bi jiyana modern,
jiyana modern aqil e, li ser aqil e, aqil ji wisa kiriye belê gelek derfet
dane me le dilê me ji dijdîne diguvişîne divê em nehêlin dilê me ew qas were
guvaştin bira hinek aqil hinek dil be wek hev be ji.”
MEKAN
Û WÊJE
Nivîskar Cîhan Roj di wêjeyê de der barê bi kar anîna mekan wiha axivî:
“Mekan rûhek e, le mekanê me hîna ji moriya xewê di guhan de ne însan li gorî
min bi kurdbûnê tenê nikare her tiştî îfade bike, bi kurdbûnê tenê jiyan
nabe, ji aliyê evîniyê de ji aliyê hezkirinê ji aliyê evîniyê de ji aliyê
çanda xweş de çima ji me re na? Bin erd in, manin. Nivîskariya kurd bela ku
ji welatê xwe dûr e ji van pirsan jî dûr maye, van pirsan jî nikare ji xwe
bike dawiya dawiyê ji bo hûn karibin mekanekî binivîsînin divê di serî de
têkiliyek rûhî jî xwe bide der yanî hûn li wir bin jê hez bikin ê.”
‘KOVAR BÛN DIBISTAN’
Cîhan Roj da zanîn ku kovarên kurdî her dem bûn dibistan û wiha got: “Ji xemê
xwe yê hunerî û edebî bêtir ji xwe re kirin xem ku xwendevanan bigihînin,
bibin dibistan hem ji bo ziman hem ji bo edebiyatê taybetiya kovarên me
taybetiyê wan a mezin ev tişte ku hîna jî berdewam e û ez divêjim, divê
berdewam be jî ez bivêjim kovargeriya me jî gav bi gav pêş de diçe, yanî ev
nayê vê vateyê ku hemû kovar nes di asteka edebî û hunerî de ne le rola wan a
îro ev e.”
|
Yorumlar
Yorum Gönder