CÎHAN ROJ
Sala 2020î bû. Havîn bû, li gund bûm.
Li bexçe, li ber dîwarê malê rûniştî bûm. Tîrêja rojê hêdî hêdî kêm dibû, hewa
hênik bûbû. Tarî ketibû erdê. Bêdengiyek mezin hebû. Min dît, li ber tîrêja
lampeya alaktrîkê, jûjî hêdî hêdî tê, disekine, paşê dîsa diçe. Wisa, mîna ku
tiştekî li bendê be.Min ji ber xwe, parçeyek çîkolata danî pêşberî wî. Li wir
ma, lê tiştek nekir. Ne xwar, ne jî reviya. Tenê li ciyê xwe ma. Min got qey
natirse, qey nizane ev çi ye. Ez rabûm, çûm hundir.
Roja din, ez dîsa li wir bûm.
Çîkolata ne li wir bû. Min meraq kir. Êvarê dîsa min çîkolata danî, çûm hundir.
Piştî nîvsaetê hatim wir, çîkolata tune bû. Êdî min bawer kir jûjî çîkolatayê xwarîye.
Min ji diya xwe re got, ew pir şa bû.
Diya min tenê li malê bû. Xwişk û
birayên min li dûr bûn; xwişkek li bajar, dudu li gundan yek ji wan jî li navçeyê
bû, sê birayên min li Ewropa, ez jî li
metropolê. Havînan ez dihatim ba wê. Wê digot: "Keko, min çîkolata danî,
sibê zû ez diçim mêze dikim, wayê jûjî xwarîye." Bi ken digot, lê di dengê
wê de, tiştekî din jî hebû, mîna ku ew jî bi wî re dipeyive.Her êvar min
têlefon dikir, wê qala jûjî dikir. Car caran digot: "Îro nehat, qey
çûye?" Lê roja din dîsa dihat. Wisa mehekê çû. Ew rîtûel bûbû parçeyek ji
roja wê. Ji min zêdetir, ew bi wî re dilşad dibû. Piştî mehekê, rojekê got:
"Keko, çend roj in jûjî
nayê… herhal çûye."
Dengê wê bu huzin bû. Min tiştekî
negot. Tenê min got: "Dêya min, xem neke, wê dîsa were."
Sala 2021ê bû. Têlefon hat:
"Keko ez nexweş im, bangî
xwişka xwe bike, bila were min bibe doktor." Ew nexweşxaneyê bû. Di têlefonê de got:
"Keko, min baş kir ez hatim
vir. Mirina min hebe jî, bila li vir be."
Min got: "Te baş kir, dêya
min jîr e."
Kenekî piçûk kir, got: "Tu
jî xwe bê bostan nehêle, bostanê xwe biajo."
Min got: "Min ajotîye, tu
xem neke."
Nexweşî giran bû. Ez çûm ba wê.
Pandemî bû, şev bû. Ez û xwişkeke min li nexweşxaneyê man. Min nehişt yên din bimînin,
hem ji ber vîrusê, hem jî min dixwest ez li wir bimînim. Wê şevê ew çûn.
Min porê wê mist da, destê wê
ramûsa. Diya min mir. Ti hestiyarîyê nedijiyam. Tenê bîranîn dihatin. Wekî ku
her tiştê ku diviya bû bê gotin, berê hatibe gotin. Wê rojê bûm şahid ku wexta
xweziyên mera li pey miriyan nemabin, jiyana mera û ya ehzkiriyê merivan bûbin
bîranînên baş wê wextê meriv her dizanin ku yên mirî ji nav jiyanê bar nakin
tenê wekî bîranîn dimînin...
Piştî wê, ez diçûm bostan. Li ber
tava sibê, di nav şînahî û hizûra li bexçe de, car caran difikirîm; jûjî ji
tenêtiya diay min re bûbû parçeyek piçûk a jiyanê.
Îro jî, gava ez li wêneyên kevn
dinêrim, wêneyê wî jûjîyê tê ber çavê min. Ew jî, mîna dayika min, niha tenê di
bîranînê de dijî. Lê ew bîranîn jî têrê dike ku mirov hîs bike;heta ku hîs û
bîranîn hebin, hurmet hebe, tu kes bi temamî naçe ji vê dunyayê...
Min ji diya xwe xweş fêhm dikir
bê çima wê xwestibû biçe nexweşxanê, wekî ewladê wan yê mezin bûbûm şahid bê
wan her digot, derbên mezin ji herî nêz
ve tên û dê û bav j wan derban derb xwaribûn, her ku min dizanî û lê difikirîm,
derbên mezin ên herî xedar, di bindestiyê de, hem ji derve ve ji bêmafî û
bêazadbûnê de dihatin û hem jî li hundur ji cahilan dihatin, ji dexesî, ji
çavsoriyên li pey desthilatiyên piçûk ên êl û qebîletiyê, ji dew û dozên bi du
quruşan nedikir, jiyan li gelekan dibû trajedî...
02.03.2026

Yorumlar
Yorum Gönder